Ji bo hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re 6 meh qedexeya din

  • 09:15 23 Adar 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, bi biryarek xwe ya nû re carek din hevdîtina parêzeran a bi Abdulllah Ocalan re 6 mehên din qedexe kir. Abdullah Ocalan ev 8 sale nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
 
Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê li serdaxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku li girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê dimîne, biryarek nû girt.
 
Qedexeyek din a 6 mehan
 
Di biryarên 6’ê îlona 2018’an û 2’ê A dara 2018’an de, Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi 6 mehan  qedexeya hevdîtina parêzeran da. Der barê serlêdana parêzeran a nû de jî dîsa qedexeya 6 mehan hat dayîn. Bi vê biryarê ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha ji bo parêzeran bi biryara dadgeriyê re 3 qedexe hatin dayîn. Ji bo biryarê jî ‘nexşerê’ û hucreyên cezayên piştî 2005’an hatin nîşandan.
 
Cezayê hucreyê hincet hat nîşandan
 
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ku ji Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê daxwaz kir, cezayên hucreyê yên di navbera 2005 û 2009’an, ligel vê 156 rupel nexşerê ya 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye kirin, wek hincet hat nîşandan. 
 
Berê jî di 6’ê îlona 2018’an de der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê tên girtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de heman biryar hat dayîn û 6 mehan hevdîtin parêzeran hat qedexekirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sale li girtîgeha Ewlehiya Bilind Îmraliyê ya Tîpa F de tê girtin ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 11’ê îlona 2016’an heta niha jî bi malbatê re hevdîtinê nikare bike.
 
Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî Heyeta Îmraliyê nikare biçe hevdîtinê. Hewldanên CPT jî têr nayên dîtin û tên rexnekirin.