Di daneşîna nûçegîhan Berîtan Canozer de îtîrafa îfadeyê

  • 13:52 20 Adar 2019
  • Hiqûq
AMED - Di doza ku derbarê nûçegîhana me Berîtan Canozer de hat vekriin, şahidan diyar kir ku wan îfadeya xwe di bin îşkenceyê de daye û îfadeya ku dan paşve kişandin. 
 
Derbarê nûçegîhana me Berîtan Canozer de bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kiriye" doza hatibû vekirin, daneşîna dozê ya yekem li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna ku hat kirin de Berîtan û parêzer amade bûn. Malbat û hempîşeyên Berîtanê jî doz şopandin.  
 
'Ez rojnameger im'
 
Heyeta Dadgehê bi tespîta nasnameyê dest bi daneşînê kir. Piştre Berîtan îdade da. Berîtan di îfadeya xwe de sucdariyên id îdanameyê de hatibûn kirin red kirin û wiha got: "Ez rojnameger im û her kes min nas dike û ez rojnamegeriyê dikim. Ez sucdariyên derbarê xwe de qebûl nakim û red dikim. Tu xebateke siyasî min nemeşandiye."
 
'Bi darê zorê dan îmzekirin'
 
Şahidê aşkere Mehmet Salîh Aktaş ê ku bi rêya SEGBÎS'ê tevi daneşînê bû jî wiha got: "Vêder ne cihê mîtê ye û hûn jî ne serokê mîtê ne. Hûn her bi lîstkan derdikevin heberî me. Wê cara berê jî gazî min kir lê ez nas nakim. Bê dî gazî min nekin mirovekî bi navê Mehmet Salîh Aktaş tune ye.  Bi darê zorê bi min dan îmzekirin tu rastiya wan îfadeyan tune ye. Ez Berîtan Canozer nas nakim û naxwazim ku ji dozên bi vî rengî re şahidiyê bikim."
 
Şahidê aşkere yê din Baran Aslan ê ku îfade da û got ku wan îfadeya xwe di bin zextan de daye û bi darê zorê bi wan dane îmzekirin. 
 
'Bêyî ku serdema sûrê bibîne şahidî kir'
 
Parêzer Resûl  jî wiha got: "Baran û Mehmet Slîh Aktaş ji zû ve îfadeya xwe paşve kişandine. Îfadeya Canan Ceylan û Rifaî Îpek jî bi nakok e. Canan di sala 2014'an de tevli rêxistinê dibe û diçe derveyî welêt. Piştre tê Sûrê û ji wê jî firar dike diçe Wanê û li wê tê girtin. Beriya ku li Sûrê qedexe bê ragihandin diçe Wnê. Bêyî ku wê seremê bijî jê re şahidiyê dike. Li girtîgehê daxwaznameyê dide ji bo ku ji qanûna poşmaniyê sûdê bigire.  Ji bo ku zû ji girtîgehê derkeve 182 kesî nîşanî wê didin û dibêje ku ez wan hemûyan nas dikim."
 
Heyeta Dadgehê, ji bo ku îfadeya Cnan Ceylan bê tespîtkirin biryar da ku ji 4'emîn Dadgeha Cezayê GIran a Wanê re nivîs bê şandin, li bende bersiva wê bê mayîn û daneşîn taloqî 26'ê Hezîranê kir."