6 sal şûnde der barê wê de îdianame hat amadekirin

  • 09:09 20 Adar 2019
  • Hiqûq
WAN - Der barê 12 siyasetmedarên jin ku hevşaredar jî têde bi hinceta tevlî bernameyên DOKH’ê bûne 6 sal şûnde îdianame hat amadekirin. Hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin got: “Îdiaya jiyana jinan mezin e. Siyaseta jinan desthilatdariyê ditirsîne.”
 
Di 2011’an de ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve der barê 12 siyasetmedarên jin de bi hinceta tevlî xebatên Tevgra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bûne lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 6 jin hating irtin. Di nav de endama meclîsa şaredariya Tuşbayê ya DBP’ê Pervîn Ozgur, hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ya qeyûm hat şûna wê, hevşaredara Ebaxê Suna Atabay a qeyûm hat şûna wê jî di nav de , 6 jin hatin girtin û 4 meh şûnde hatin berdan. 
Tevî ku di ser de 6 sal di ser re derbas bû şûnde di 2017’an de derbarê jinan de îdianame hat amadekirin û bi îdiayên ‘rêveberiya rêxistinê’, ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê’ ji bo jinan ceza hat xwestin û runiştina dozê di rojên borî de hat dîtin.
 
‘Dosya bi talîmatê hatiye vekirin’
 
Sevîl Rojbîn Çetîn dosya nirxand û bi lêv kir ku amadekirina îdianameyê û ji nû ve lêkolînkirina dosyayê bi talîmatê pêk hatiye û got: “Lêpirsîna me bi gelek îdiayan ji rêvebertiya rêxistinê heta endamtiya rêxistinê hat amadekirin. Ji ber îdianame neket destê me gelekan, me di runiştina yekem de parastin nekir. Piştî salan şûnde dosya ji nûve hat vekirin. Piranî jê hevşaredar û siyasetmedar bûn. Ev jî polîtÎkaya dijminê jinê ya desthilatdariyê tîne hişê mirovan.”
 
‘Ji jinan ditirsin’
 
Rojbînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî ji cihgirtina jinan a di siyasetê de ditirsin û bi lêv kir ku desteserkirina destkeftiyan, astengkirina rola jinan a di siyasetê de, girtina jinan, hilberîna polîtîkayên bêdengkirina jinan e.Rojbînê her wiha daxuyakirin ku jin tu car bi cezayan bêdeng nebûne, wê nebin jî û got îdiaya jiyanê ya jinan pir mezin e.