Darazê gumanbarekî din yê îstîsmarê bêceza hişt

  • 09:13 16 Adar 2019
  • Hiqûq
BEDLÎS - Dadgeha Îstînafê, 15 sal cezayê ku dadgeha herêmî li gumanbarê îstîsmara zayendî F.S birîbû bi hinceta ‘delîl’ tune ye betal kir.  P.S ya bi biryara berata dadgehê carek din mexdûr bû got: “Ez li pey vê bûyerê me. Ez ê heta dawî  mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînim.”
 
Di salên dawî de li hember îstîsmara zayendî ya li hember zarokan, bertek zêde bûn. Her çiqas hinek gumanbar ceza bigirin jî, hinek bi hincetên cuda tên berdan. Ev rewş jî mexdûrên îstîsmarê carek din mexdûr dike. P.S jî  yek ji kesên ku tiştên jiyan, bi salan şûnde aniye ziman.
 
P.S li Elcewaz a Bedlîsê ku hîna 12 salî bû ji aliyê apê xwe F.S ve rastî îstîsmara zayendî hat û di 22 saliya xwe de tiştên jiya ji malbata xwe re vegot. P.S bi piştgiriya malbata xwe re di 10’ê Çileyê 2017’an de li Dozgeriya Erdîşê serlêdana sûc kir. Li ser vê li Dadgeha Cezaya Giran a Bedlîsê doz hat vekirin û gumanbar F.S hat girtin û şandin girtîgehê.  Lê F.S piştî salekê bêyî girtî bê darizandin, hat berdan.
 
Biryara dadgeha herêmî da  hat betalkirin
 
F.S di rûniştina dozê ya meha Tîrmeha 2018’an de hat dîtin de ji sûcên îstîsmarkirin zayendî ya zarokê û kes ji huriyeta wê bêpar hiştin bi giştî 15 sal û 2 meh ceza girt. F.S di Tebaxa 2018’an de bi hevkariya parêzerê xwe îtîrazî ceza kir û biryar bir dadgehek jor.
 
Dadgeha Îstînaf a Erziromê di biryara ku di meha sibatê de da, bi îdiaya ku ‘der barê sûc de delîl tune’ biryara beratê da.
 
‘Ez ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînim’
 
P.S ya ku rastî îstîsmara sîstematîk, zext û tehdîdan hat diyar kir ku du sal bû dipa ku gumanbar ceza bigire û bertek nîşanî biryara beratê da. P wiha got: “Min rojên pir zehmet derbas kir. Mirovan gotin ‘tu buxtana dikî’. Bawer nekirin.  Îro di dozên îstîsmar û tacîzê de encam hemû yek in.  Ceza nadin û gumanbar tên berdan.  Li şûna divê cezayê giran bidin vî kesî, berdidin. Ez li pey vê bûyerê me. Ez ê hemû riyên xwe yên hiqûqî bi kar bînim.”