Endama KCD'ê Alîye Tok hat tahliyekirin

  • 11:43 13 Adar 2019
  • Hiqûq
AMED - Endama KCD'ê Alîye Tok a ku di operasiyona 9'ê Cotmehê de hat binçavkirin di daneşîna doza xwe ya 3'emîn ku li 9'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin hat tahliyekirin. 
 
Di operasyona qirkirina siyasî ya di 9'ê cotmehê de hat kirin di nav wan de rojnameger jî heyî gelek kes hatin binçavkirin û 25 kes ji wan jî hatin girtin. Ji kesên ku hatin gritin hin jê hatin berdan û hin ji wan jî hîna darizandina wan berdewam dike.  Îro li Edliyeya Amde li 9'emîn Dadgeha Cezayê GIran daneşîna 3'emîn a endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Aliye Tok hat dîtin. Di daneşînê de Aliye û parêzer amade bûn. Derbarê Aliyeyê de îfadeya şahida nepen a bi navê Yildiz hat xwendin.
 
Piştî îfadeya şahidên nepen Aliye xwest îfadeya xwe bi kurdî bide û ji bo wê tercûman anîn salona dadgehê. Aliye îfadeya xwe ya dema borî dubere kir û got divê bê tehliyekirin. Aliye wiha got: "Ez wekî xebatkara KJA'yê tevli xebatên derbarê jinan bûm.  Ez îfadeya şahidan qebûl nakim ji ber ku tu delîlên şênber di destên wan de tune ne. Ez ji gurçikên xwe nexweş im û tahliyeya xwe dixwazim."
 
Parêzzerê Aliyeyê jî diyar kir ku parsstinên xwe yên berê dubare dike û tehliyekirina muwekîla xwe xwest. 
 
Heyeta Dadgehê ku piştî parastinan biryara xwe aşkera kir û biryara ku aliye bê tehliyekirin da. 
 
Heyeta dadgehê daneşîn taloqî 26'ê Hezîranê kir.