Dadgeha Îstînaf: Di çapemeniya civakî de parvekirina nêrîn ‘azadiya îfadeyê ye’

  • 09:08 13 Adar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi parvekirina di çapemeniya civakî de bi hinceta ‘propaganda rêxistinê hatiye kirin’ A.A bi salek û 6 meh cezayê girtîgehê dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de hat nirxandin.
 
Li Qoser a Mêrdînê A.A bi hinceta propaganda rêxistinê kiriye hat darizandin û salek û 6 meh ceza lê hat birîn. A.A serî li dadgeha Îstînafê da û dadgehê biryarek mînak da. 
 
Dadgeha îstînafê parvekirina A.A ya ‘Kobaniyan şervanê YPG’ê yê DYA’yî oxir kir’ di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de dît û ceza betal kir.
 
Dadgehê biryara beratê da
 
Dadgeha Edliye ya Herêma Dîlokê di biryara ku da de da zanîn ku hemû rêgez û gotin di çarçoveya dosyayê de hatiye nirxandin û ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin ku gumanbar di hesabê xwe yên facebookê de li bin wêneyê endamê rêxistinê ‘Kobaniyan şervanê YPG’ê yê DYA’yî oxir kirin’ parve kiriye. Dadgehê da zanîn ku di bûyera şênber de gumanbar ji bo sûc ava bibe, rêbazên tehdîd, şîdet, cemîrê rewa nekiriye, pesnê wê nedaye û serî li van rêbazan nedaye, ji ber vê divê parvekirin di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bê nirxandin. 
 
Dadgehê biryara beratê da.