Ji doza ku 6 zarokî jiyana xwe ji dest dan, berat

  • 09:06 13 Adar 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Pasûrê di qursa Kuranê de şewat derketibû û 6 zarokî di şewatê de jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora kesê zane ya hatiye amadekirin de Faruk Işik ‘di asta yekem de bi qusur’ hat dîtin û ji sûcê ‘peywira xwe bi nebaşî bi kar aniye’ hat beratkirin, ji sûcê ‘ji teqsîrê bûye sedema mirina kesan û birîndarbûna kesan’ jî 11 sal ceza hat dayîn lê ev jî rastî daxistina ‘rewşa baş’ hat. Der barê Miftiyê Navçeyê yê Pasûrê yê demî Selahattîn Ozçelîk jî ji sûcê ‘Bi qisûr e’ jî serlêdana sûc hatibû kirin, lê ew tayînî Cigiriya Miftitiya Şirnexê kirin û gumanbar Faruk Işik jî tayînî Konyayê kirin.
 
Di 2015’an de li Pasur a Amedê di qursa Kuranê ya girêdayê Miftitiya Pasûrê de şewat derketibû û 6 zarokî jiyana xwe ji dest dabûn. Rûniştina biryarê doza derbarê bûyerê de di rojên borî de li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Di doza ku 6 gumanbar serbest dihatin darizandin de, li Faruk Işik yê hîndekarê wir bû 9 sal û 2 meh ceza hat birîn, derbarê keyayê Gund Ozcan Ceylan, ji heyeta îhtiyar Abdullah Cengîz, Hanîfî Dîzmen, Hiyasettîn Bartak û Sebahattîn Çankaya de jî biryara beratê hat dayîn.
 
Ferat Işik yê li gorî xala 257’an a TCK’ê ya hejmar 5237 ji sûcê ‘peywira xwe nebaş bi kar aniye’ berat kir, ji sûcê ‘ji teqsîrê bûye sedema mirina ji yekê zêdetir kesî û birîndarbûna ji yekî zêdetir kesî’ 11 sal ceza hat birîn. Piştre dadgehê ‘rewşa baş’ kir hincet û cezayê Faruk Işik daxistin 9 sal û 2 mehan, her wiha biryara qedexeya derketina derveyê welat û 8 hezar û 480 TL lêçûna darizandinê danê. Bi vî awayî ji bilî Faruk Işik kesek nehat darizandin.
 
Li aliyê din jî di rûniştina beriya vê de, di esasa rapora ji aliyê kesê dizane de hatiye amade kirin de, der barê Miftiyê Navçeyê yê Pasûrê yê demî Selahattîn Ozçelîk jî ji sûcê ‘Bi qisûr e’ jî serlêdana sûc hatibû kirin. Lê hat hînbûn ku ew tayînî Cigiriya Miftitiya Şirnexê kirine û gumanbar Faruk Işik jî tayînî Konyayê kirine.