Huriyet Kizil hat girtin

  • 13:12 12 Adar 2019
  • Hiqûq
BALIKESÎR - Hevseroka HDP'ê ya berê ya  Artemêtê Hurriyet Kizil,  ji ber daxuyaniya ku derbarê Komkujiya Pirsûsê de da çapemeniyê hat girtin. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê ya  Artemêtê Hurriyet Kizil, di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Huriyet a ku bi hinceta daxuyaniya derbarê Komkujiya Pirsûsê ya 2015'an ku di encamê de 34 kes hatin qetilkirin da û bi îdiaya "Propagandaya rêxisitnê kiriye" hat girtin û jê re 11 meh û 20 roj ceza hat dayîn cezayê wê ji aliyê dadgeha bilind ve jî hat erêkirin.  Huriyetê şandin Girtîgeha Burhaniyeyê.