Figen Yüksekdag: Di Rêveberiya Cewherî de jinan ji bo jiyanê li berxwedan

  • 13:59 11 Adar 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag der barê fezlekeya axaftina mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê de parastin kir û wiha got: “Di serdema rêveberiya cewherî de jinan ji bo jiyanê li ber xwe dan. Min di mîtînga Amedê de berxwedan silav kiribû. Ez îro dîsa wê berxwedanê silav dikim." 
 
Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir berdewam dike. Di îdîanameya 92 rûpel de, Fîgen bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê” tê sûcdar kirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xistin. Fîgen bi SEGBÎS’ê beşdarî danîşnê bû.  Namzeta HDP’ê ya Serokatiya Şaredariya  Çankaya Fîlîz Kerestecîoglu û endamên Koordînasyona Jinan a HDP’ê danişîna Fîgenê şopandin. Fîgenê di danişînê de parastin kir û wiha got: "Doz siyasî ye. ji ber vê yekê ezê jî daxuyaniyên siyasî bidim. Ez li vir wekî hevalê xwe yên din ji ber ku siyasetê dikim hatime girtin û girtî têm darizandin. Ez dizanim ku li ser we zexten siyasî heye. Lê ev roj jî wê derbas bibin. Divê tevi hemû zextan rastî bê parastin. Divê hûn jî rastiyê biparêzin. 
 
'Herî zêde mafê jinê yê siyasetê tê astengkirin'
 
Fîgen, der barê fezlekeya têkildarî axaftina wê ya mîtînga 8'ê Adarê ku li Amedê kir de vebûye parastin kir wiha axivî: “Li cîhanê jin her roj ji aliyê mêr ve rastî tundiyê tên. Jin tên qetilkirin. Her dem mafê jinan ê jiyanê tê sînorkirin. Bi şev an bi roj ferk nake nikarin azad li kolanan bigerin. Her roj tundiya mêr zêdetir dibe. Faîlê tundiyê mêr e û ev mêr bi destê darazê tê parastin. Mêr di deriyê pêşî re derbasî salona dadgehê dibe. Dema ceza dikigirin jî di deriyê piştre serbest tên berdan. Êdî bi rêbazên cuda li dijî jinan tundiyê pêk tînin. Rêya siyasetê li pêş jinê digirin. Bi sedan jinên siyasetmedar hatin girtin. Îktîdara siyasî dijminê jinê ye. Di 8'ê Adarê de 17’emîn Meşa Şevê ya Feminist li Qada Taksimê pêk hat.  Lê îktîdara siyasî bi gazên îsotê, guleyên plastîk êrîş kirin. Tevî hemû êrîşan jin netirsiyan û meşa xwe berdewam kirin. Bi vê yekê îktîdara siyasî carek din nîşan da ku dijminê jinê ye. Îktîdara siyasî dijminê gel û vî welatî ye." 
 
'Mirn û şitin zêde bû'
 
Fîgenê, axaftina 8'ê Adarê ya li Amedê jî parast û wiha lê zêde kier: “Min wekî jinek siyasetmedar çareserî û rêya çareseriyê anî ziman. Min polîtikayên tecrîdê rexne kir. 3 salan mafdadriya me îspat kir. Di pêvajoya çareseriyê de şer tune bû. Mirin tune bû. Krîza aborî tune bû. Piştî muzakere xelas bûn dîsa mirin û kuştinê dest pê kir. Îro li hemû girtîgehên  Tirkiye li dijî tercîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ji bo rêya aştî û diyalogê bê vekirin û tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Li bajarên ku kolan hatin qedexekirin, me zêde hesabê xerakirin û kuştinê nepirsî. Me ev rastî zêde li ruyê îktîdarê nexist. Sûcê me ev e." 
 
'Jin ji bo jiyanê têkoşiyan'
 
Fîgenê, têkoşîn û berxwedana jinan a di serdema rêveberiya xweser de jî parast û wiha got: "Di serdema rêveberiya xweser de kolan hatin qedexekirin û Dayika Taybet Înan hat kuştin. Cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Li Cizîrê mirov zindî beşdarî meclisê bûn. Diyar kirin ku dixwazin ji wir derkevin. Lê piştre ew bi saxî di jêrzemînan de şewitandin. Li Sûr û Cizîrê bê ehleqiya herî mezin hat kirin. Jinên hatin kuştin wêneyên wan ên tazî hatin belavkirin. Ji ber ku ez der barê vê bê ehleqiyê de di mîtîngan de axivîm fezleke hatiye amadekirin. Ez wê axaftina xwe dîsa dubare dikim. Di Rêveberiya Cewherî de jin ji bo parastina jiyanê li ber xwe dan. Ji bo cewherê xwe biparêzin li ber xwe dan. Ez slavkirina xwe wa mîtîngê dubare dikim. Ez îro dîsa jinên li ber xwe dane silav dikim."