Daneşîna doza Fîgen Yuksekdag ji tê darizandin dest pê kir

  • 11:49 11 Adar 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna doza  Fîgen Yuksekdag dest pê kir. Şandeya dadgehê, ji Fîgenê xwest ku dariznadinê dirêj neke. Yuksekdag jî, diyar kir ku ew ji ber 45 dosyeyan tê darizandin û got: “Ez ê parastina xwe bikim û rastiyan vebêjim.”
 
Danişîna doza Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeah Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.   Di îdîanameya 90 du rûpel de, Fîgenê bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê” tê sûcdar kirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xistin. Fîgenê bi SEGBÎS’ê beşdarî danîşnê bû. 
 
Namzeta HD’ê ya Serokatiya Şaredariya  Çankaya Fîlîz Kerestecîoglu û endamên Koordînasyona Jinan a HDP’ê danişîna Fîgenê şopandin.
 
Şandeya dadgehê, di dema Fîgen dest bi  parastinê kir de, jê re got darizandinê dirêj neke. Fîgenê jî bersiv da şandeya dadgê û got: “Ez ji 45 dosyeyan têm darizandin. Ez ê parastina xwe berdewam bikim. Ez ê parastina xwe bikim. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin weke ku min parastin nekiribe bihesibînin. Lê ez ê rastiyan vebêjim.”
 
Danişîn bi parastina Fîgenê berdewam dike.