Îstîsmar bi raporê hat tespîtkirin lê dîrok ne diyarin

  • 09:03 11 Adar 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED- Gûmanbar Alî P. ku li Amedê zaroka 12 salî bi awayekî sîstematîk îstîsmar kiribû û tevî ku bi raporê hat tespîtkirin jî, heyeta dadgehê ji ber dîrokên îstîsmar hatiye jiyîn ne zelal bûne û delîl kêm in berat kir.
 
Li Amedê di 2016’an de zaroka 12 salî ji aliyê xizmê xwe Alî P. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû. Li ser gilîkirina malbatê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hat destp^keirin. Di doza ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat vekirin de der barê Alî P. de ji sûcên ‘îstîsmarkirina zarokê’ û ‘cebîr tehdîd û kes ji azadiya wê bêpar hiştin’ heta 20 salan ceza xwest. Di encama pêvajoya darizandinê de mînaka ‘hewldana bêcezahiştina mêr’ di vir de hat dîtin.
 
Dadgehê diyar kir ku ji aliyê Beşa Tipa Edlî ya Zanîngeha Dîcleyê ve îstîsmar hatiye tespîtkirin, lê ji ber nezalalbûna dîroka îstîsmarê û kêmbûna delîlan biryara Alî P. da.
 
Malbatê xwest gumanbar ceza bigire
 
Parêzera gumanbarê diyar kir ku îfadeyên zarokê vekirî ne û daxwaz kir ku gumanbar ceza bigire.
 
Bavê zarokê jî diyar kir ku bûyer li qerekolê hîn kiriy û got keça wî çima kesekî din negotiye navê Alî P gotiye. Dayika zarokê jî bi lêv kir ku dem bi dem keça wê bêdeng dibû, lê ev rewşa wê fêm nekiriye û ji ber vê gilî kirine.
 
Îstîsmar hat tespîtkirin lê….
 
Biryara ku dadgehê da jî carek din nîşan da ku daraza mêr hîna di dewrê de ye. Di biryarê de hat gotin ku aliyê Beşa Tipa Edlî ya Zanîngeha Dîcleyê ve îstîsmar hatiye tespîtkirin, lê ji ber nezalalbûna dîroka îstîsmarê û kêmbûna delîlan biryara Alî P. da. Ji dozên cemaweriyê yên li Alî P. hatibûn vekirin ên cuda cud jî biryara beraetê hat dayîn.  
 
Heyeta dadgehê got gumanbar Alî P dikare daxwaza tazmînatê jî bike.
 
Parêzera zarokê, wê biryarê bibe Dadgeha Îstînafê.