Ji mêrê îstismara zayendî pêk anî 10 sal û 5 meh ceza hat birîn

  • 12:58 9 Adar 2019
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Mêrê bi navê Mustefa D. yê ku îstismara zayendî li zarok kir 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Li Îzmîrê Mêrê bi navê Museafa D. yê 33 salî zaroka 5 salî ya xweşka jina ku bi wî re zewicî, îstismar kiribû. Ji ber vê yekê bi awayekî girtî dihat darizandin. Mêrê ku sûcdarî qebûl nedikir di rûniştana biryarê ya 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran de diyar kir ku buxtan kirine stûyê wî. Dayika zarokê jî diyar kir ku ew derewa li kesekî nake û got:"Bûyera ku hat jiyîn zaroka min ji min re got. Zaroka min diyar kir Mustefa ji zaroka min re gotiye em tenê bimînin û tiştên ku hatiye serê wê got. Min jî çû Mustefa gilîyî polîs kir."
 
Parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatên Malbatê jî diyar kir ku divê bersûc bê cezakirin û cezayê wî danekeve. 
 
Dozger jî ji ber sûcê "Îstismara li zarok hatiye kirin" xwest ku bersûc bê cezakirin. 
 
Heyeta Dadgehê ji ber sûcê "Îstismara li zarok hatiye kirin" 10 sal û 5 meh ceza li Mustefa D. birî.