Di doza Esmer Tunç de biryara bê şopandinê hat dayîn

  • 15:13 6 Adar 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Esmer Tunç a ku ji ber di merasîma cenazeyê Hevserokê Meclisa Taxê Mehmet Tunç ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest da û birayê wî Orhan Tunç de axivî û derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin, Serdozgeriyê derbarê dosyayê de bi îdiaya delîlê şênber tune ye biryara bêşopandinê da.  
 
Li Cizîra Şirnexê di sala 2015'an  û 2016'an de di serdema qedexeya derketina derve de ji ber operasyonên ku hatin kirin, Hevserokê Taxê yê  Ciîzrê  Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç "Di jêrzemînên li Cizîrê de hatin qetilkirin.  Mehemt Tunç û Orhan Tunç piştî ku hatin qetilkirin cenazeyê wan hat teşhîskirin û bi merasîmeke mezin li Goristana Şirnexê hatin definkirin. Di merasîma girseyî ku hat kirin de dayika wan Esmer Tunç axivîbû. Piştî merasîmê derbarê Esmer Tunç ,  Ayşe Çîftçî û Zeynep Kayaş de bi îdiaya propagandaya rêxistinê kirin lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di lêpirsîna ku 3 salan berdewam kir de, Esmer, Ayşe û Zeynep de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" de Esmer bi  sedema axaftin kiriye hat sûcdarkirin, Ayşe û Zeynep jî ji ber ku tevli cenaze bûne hatin sûcdarkirin. Di encma lêpirsîna ku 3 salan berdewam kir de piştî îfadeyên hatin dayîn, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi îdiaya delîl tune ye biryara bêşopandinê hat dayîn.