Li pey Sîbelê, dayika wê ya sê sal e li edaletê digere

  • 09:51 6 Adar 2019
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Malbata Sîbelê ku ji aliyê Cahît Çobandede ve rastî şîdeta sîstematîk hat û ji ber xwest dev jê berde  hat kuştin, sê salin li edaletê digerin. Dayika wê Naze Yilmaz beriya rûniştinê bang kir û got: “Heta dengê min derket ez qêriyam. Lê kesî dengê min nebihîst. Em di 8’ê Adarê de xwedî li Sîbel û jinên din derkevin.”
 
Li gundê Tinazli a Elbaq a Wanê jina bi navê Sîbel Çobandede di 31’ê Gulana 2016’an de ji aliyê hevjînê wê ve li ber çavê dayika wê bi çekê hat qetilkirin. Sîbel ku salekê zewicandî ma her tim rastî şîdetê hat û ji ber vê zaroka zikê xwe jî winda kiribû. Sîbel ku xwest dest ji Cahît berde, ji aliyê wî ve hat qetilkirin.
 
Ceza negirt
 
Piştî qetilkirina Sîbelê, Cahît hat girtin lê 3 sale tevî ku tê darizandin di dozê de tu pêşketin çê nebû. Cahît di rûniştinan de got ew poşman e û hewl da daxistina ‘rewşa baş’ bigire.
 
Naze Yilmaz ku keça wê li ber çavên wê hat qetilkirin wiha got: “Heta dengê min derket ez qêriyam. Kesî ez nebihîstim. Ez piştre ketim. Ez li ser bedena Sîbelê ketim. Piştre ez hatim ser hişê xwe min dît ku ez li ser bedena bê can im. Bav û birayê wê ne li malê bûn. Ji roja Sîbel zewicî rastî şîdetê hat. Piştî zewicî çûn Wanê. Nedixwestin em biçin serdana wê. Me bi israr dixwest em biçin. Rojekê em çûn bin çavên wê mor bûbûn. Min girt û bir mal. Ji min re nedigot. Piştre bûka me got. Ji bûka me re gotiye Cahît jiyana wê kiriye zindan. Ji ber şîdetê zaroka wê ji ber çû.”
 
Naze di dawiya axaftina xwe de ji bo rûniştina wê ya di 7’ê Adarê de pêk tê bang kir û got: “Bila jin di 8’ê Adarê de xwedî li jinên hatine qetilkirin derkevin. Bila li dijî şîdetê bêdeng nemînin. 3 sale ez li edaletê digerim. Bang li hemû jinan dikim. Bila xwedî li rûniştina keça min derkevin. Bila Cahît cezayê herî giran bigire.”