Li Aycan Îrmez salek û 6 meh ceza hat birîn

  • 15:11 5 Adar 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez birî. 
 
6'emîn danişîna doza  Parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê hat ditin. Parêzerê Aycanê tevlî rûniştinê bû. Dadgehê salek û 6 meh ceza li Aycanê birî. Dadgehê, bi hinceta hin daxuyaniyên xwe yên di dema berxwedana xwerêveberiyê de ya li Silopiyayê, bi îdîaya "ji bo kîn û dijminatiyê gel tevdaye" doz li parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez hatibû vekirin. Heyetê di danişînê de biryar dan û salek û 6 meh ceza birî. Parêzeran biryar îtîraz kirin.