Polîsê gumanbar berê jî sûcê tacîza zayendî pêk aniye

  • 10:04 5 Adar 2019
  • Hiqûq
WAN - Polîs Zekeriya K. ji doza tacîzkirina zayendî ya 4 jinan dihat darizandin. Parêzer Sedat Anaran diyar kir ku berê jî sabika gumanbar a ji tacîza zayendî heye.
 
Li Wanê di 27’ê Sibata 2018’an de di encama îxbara di dukanek kuafurê de dizî hatiye kirin, polîs Zekeriya K. çû cihê bûyerê û xwediyê kargeriyê û 3 jinên din bi hinceta ‘lêgerînê’ tacîz kir. Li ser gilîkirina 4 jinan bûyer derket holê, birin darazê. Zekeriya ji sûcê êrîşa zayendî 27 sal ceza girt.
 
Parêzer Sedat Anaran der barê pêvajoya dozê de nirxandin kir ku polîs Zekeriya K. bi gotina ‘ev peywira min e, min şaş fêm nekin’ hewl daye pêşî li bertekên muvekîlên min bigire.
 
‘Bi zanebûn polîsa jin nebir’
 
Sedat wiha got: “Li kuafurê rewşek edlî çê dibe. Xebatkar li emniyetê digerin û du polîs tên. Polîsê gumanbar li alî derî girtekê digire, bêyî ku biryara lêgerînê heye, gazî polîsa jin a li wir nake û dibêje biçin odeya girtî wê wan lêgerîn bike. Li gorî muvekîlên min dema çenteyan lêgerîn dike, baldar tev nagere. Her muvekîla digire hundir jî jê re dibêje ‘ev peywira min e, min şaş fêm nekin’. Wisa dike ku pêşî li bertekan bigire. Ji hinekan re jî dibêje ‘fîzîka te xweş e’. Hinekan re jî dibêje, mont û kazaxê xwe derbixin.”
 
Sedat diyar kir ku polîsê din jî di rûniştinê de hatiye guhdarkirin û îfadeyên wê jî tacîz xurt kir. Sedat da zanîn ku bi biryarbûna jinan lêpirsîn hatiye vekirin û got wek civak divê ji bo cesareta van her 4 jinan em spasiyên xwe bikin. 
 
Sedat di berdewamiyê de bi lêv kir ku gumanbar Zekeriya K. berê jî ji sûcên îstîsmara zayendî hatiye darizandin.