DDB’ê îtîraza malbatan red kir

  • 09:11 3 Adar 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo 9 taxên biryara ‘qada bi rîsk’ hatibû girtin û piştî hemû riyên hiqûqî hatibûn têkçûn şûnde di mehên borî de biryar biribûn Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Serlêdana îtîrazê ya parêzeran ku li ser navê malbatan hatibû kirin hat redkirin.
 
Lijneya Wezîran di 1’ê hezîrana 2016’an de ji bo 483,13 hektar qadên li taxa Kuştepe, Cudî, Sûr, Dagkapi, Kale, Şah, Yafes, Alîbey û Nur ya navçeya Cizîr a Şirnexê di esasa xalên 2 û 1’ê ya Qanûna Der barê Qadên Di Bin Rîska Afetê de ya Hejmar 6306’an de wek ‘qada bi rîsk’ îlan kirin. 
 
Li ser vê bi hevkariya TMMOB'ê, şaredarî û 14 malbatan bi hevkariya parêzeran ji bo biryar bê sekinandin serî li 14’emîn Daîreya Daniştayê dan. Piştre qeyûmê tayînê şaredariyê bû, îtîraza hatibû kirin şûnde kişand. Îtîraza 14 malbatan ji aliyê 14’emîn Daîreya Daniştayê ve bi biryar bû. Daniştayê got biryar ‘li gorî hiqûqê ye’.
 
Parêzeran li dijî vê biryarê serî li temyîzê da û ev jî hat redkirin. Li ser vê parêzeran dîsa serî li DDB’ê dan. DDB’ê jî serlêdan red kir.