Hat tespîtkirin ku Kemal Kurkut hedef hat girtin: Bersûc serbest e

  • 14:59 28 Sibat 2019
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina doza qetilkirina Kemal Kûrkût hate kirin. Di rûniştina dozê de rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî hate eşkerekirin û hate diyarkirin ku polîsê bi navê Y.Ş. rasterast Kemal  kiriye hedef. Dadgehê girtina polîsê qatil red kir.
 
Danişîna 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. lê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Y.Ş. ji sûcê "bi qestî kuştin" bi cezakirina muebetê tê darizandin.
 
Beriya danişînê gelek polîsan avahiya edliyeyê dorpêç kir. Polîsê bersûc Y.Ş. ê negirtî tê darizandin û parêzerên wî û li aliyê din jî birayê Kûrkût, Ferhat Kûrkût û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dêrsim Dag û Mûsa Farisogûllari û rêveberên HDP'ê jî doz şopandin. Herî kêm 30 polîs jî ketin salona danişînê û doz şopandin.
 
Di danişînêde heyeta dadgehê diyar kir ku rapora Buroya Krîmanal a Neteweyî ya têkildarî kuştina Kemal hatiye amadekirin gihaştiye destê wan. Parêzerên Kemal  jî diyarkirin ku rapora ku hatiye, neketiye destê wan.
 
Rapor: Kemal Kurkut kirine hedef
 
Serokê dadgehê di beşa encama raporê de diyar kir ku polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş, Kemal Kûrkût kiriye hedef û fîşek lê reşandiye. Di raporê de hate diyarkirin ku bersûc Kûrkût bi qestî kirine hedef.
 
Parêzer divê bersûc bê girtin
 
Parêzerên malbata Kûrkût, diyar kir ku polîsê niha tê darizandin nehatiye girtin û şertê kontrola edlî jî hatiye rakirin. Parêzerên diyar kirin ku divê polîsê bersûc were girtin.
 
Parêzer Cîhan Aydin jî diyar kir ku bersûc hê jî li ser kar e û dibe ku bersûc delîlên heyî tune bike û ji holê rake.
 
Bersûc nehat girtin
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku endamên emniyetê yê li cihê bûyerê divê dîsa wekî şahid werin guhdarîkirin û di rapora Buroya Krîmînal de hin tiştên kêm hene û divê raporeke berfirehtir were amadekirin.
 
Heyeta dadgehê piştre jî rûniştin taloq kir.