‘Întîxara ku kamereyê qeyd kiriye çawa girtîgehê ferq nekir’

  • 09:11 28 Sibat 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Sala borî di meha îlonê de li girtîgeha Tîpa T ya Amedê a Hejmar 2 Ahmet Ç. yê 22 salî întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî. Parêzer Oyku Çakman got: “Li girtîgeha ku hemû qwîş bi kamerayê tên şopadin, Ahmet yê ku bi awayekî zelal 10 deqeyan di tevgera bi guman deye û 7 deqeyan jî çalakiya întîxarê pêk tîne, çawa dibe ku nayê dîtin. Ev di hişan de rê li ber pirsan vedike.”
 
Di ajansa me de di 9’ê Sibatê de îdiayên ku li girtîgeha Tîpa T a Amedê ya Hemar 1 girtiyên siyasî û edlî rastî zextên rêveberiya girtîgehê hatine û ji ber van zextan 13 girtiyên edlî hewl dane întîxar bike, cih girt.
 
Di 18’ê îlona 2018’an de li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 Amedê  hat îdiakirin ku Ahmet Ç yê 22 salî întîxar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak diyar kir ku ev binpêkirinên li girtîgehê tên jiyên para wan  di mirina Ahmet Ç. d mezin e.
 
Çawa dibe întîxar nayê ferqkirin!
 
Oyku diyar kir ku Ahmet beriya întîxar bike 4 roj berê hatibû girtin û got: “Beşa lê dihat girtin ji aliyê kamerayan ve 24 saetan tê şopandin. Di kamerayê de tê dîtin ku 10 deqeyan Ahmet amadekariya întîxarê dike, xwe bi hesinên mutbexê ve darve dike û întîxar dike. Saeta kamerayê 03,54’an nîşan dide. Lê çawa dibe ku li cihê ji aliyê kamerayan ve tê şopandin, ev întîxar ji aliyê peywirdaran ve nayê dîtin. Di 04.38’an de agahî didin ambulansê, 21 deqe şûnde ekîb tên. Lê dibe ku ber dereng mudaxale tê kirin, nayê xilaskirin. Piştre kamera tên kontrolkirin û tê dîtin ku Ahmet 10 deqeyan amadekariya întîxarê kiriye.
 
‘Kemara hatiye qedexekirin çawa ket girtîgehê’
 
Oyku destnîşan kir ku kemera bi navê ‘palaska’ ya qedexe ye, çi karê wê li girtîgehê heye û got: “Ev kemera qedexe çawa dikeve girtîgehê. Van rojan pirtûk jî nikarin bikevin girtîgehê, gelo çawa ev ji nedîtîve tê? Ahmet bi vê kemerê întîxar dike. Li girtîgehan ji bilî mesayiyê çima doktor tune? Ambulansa herî nêz di 21 deqeyî de tê. Ev jib o nexweş pêvajoyek mirinê ye. Bi awayekî vekirî mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
 
Oykuyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji serî de daxwaz kirine ku dosya di alî pewyirdarên cemwaerî de bê lêpirsînkirin lê her carê ev daxwaza wan hatiye redkirin û got: “ Dozgerê ewil yê lêpirsîn dimeşand biryara neşopandinê da ser dosyayê û sê meh şûnde di lêpirsîna der barê sûcên memuran de jî biryara neşopadinê hat dayîn. Tevî hemû tiştî em êş opdarê dozê bin.”