Di daneşîna doza Berkîn Elvan de biryara keşfê hat dayîn

  • 14:44 27 Sibat 2019
  • Hiqûq
STENBOL - 9'emîn danişîna doza polîsê Berkîn Elvan di buyerê Parka Gezî de bi fişeka bombeya gazê kuşt, li 17'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê biryar da ku di 10'ê Nîsanê de li cihe bûyerê keşif bê kirin. 
 
Di bûyerê Parka Gezî de Berkîn Elvan dema ji malê çû nan bistîne li kolanê bi fîşeka bombeya gazê ya polîs birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû. 9'emîn danişîna doza polîs Fatîh Dalgali yê  Berkîn Elvan kuşt, li 17'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.  Polîsê bersûc bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Dîsa parêzerê aliyan li salonê amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Ahmet Şik, Musa Pîroglu, endamê MYK'ê yê EMEP'ê Levent Tuzel, dayika Hasan Ferit Gedîk ê di bûyerê geziyê de jiyana xwe ji dest da Nuray Meray, Dayikên Şemiyê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li salonê amade bûn. 
 
Danişînê bi şahidiya polîs Bayrak Gozukara dest pê kir.  Bayrak Gozukara bi rêya SEGBİS'ê şahidî kir û îfadeyên berê dubare kir. Piştre polîsê şahid Hasan Pekşen jî şahidî kir û îfadeya berê dubare kir. Piştre parêzerê Fatih Dalgali parastin kir û diyar kir ku wî bi nivîskî parastin pêşkêşi dadgehê kiriye.
 
Parêzerê malbatê bertek nîşanî heyetê da 
 
Parêzerê Malbata Elvan Prz. Can Atalay jî bertek nîşanî helwesta heyetê ya li salonê da û wiha got: "Hûn bi lîstina telefona di destê xwe de nikarin mejiyê xwe rehet bikin. Prz. Atalay, anî ziman dayika Berkin Elvan ê hat kuştin Gulsum Elvan di çalakiyekê de destê wê di êrişa polîsan de ji 2 cihan şikest û walî destûr nedaye der barê polîs de lêpirsîn bê vekirin û wiha got: "Piştre der barê polîs de biryara bê şopandine hat dayîn. " 
 
 Dê ji nû ve keşf bê kirin
 
Prz. Can Atalay, piştî xwest li cihê bûyerê ji nû ve keşif bê kirin. Heyeta dadgehê piştî navber da, biryar da ku di 10'ê Nîsanê de li cihê Elvan lê hatiye kuştin ji nû ve keşif bê kirin û danişîna dozê taloqî 8'ê Gulanê kir.