Ji mêrê êrîşa zayendî kir re 38 sal û 9 meh ceza hat dayîn

  • 13:01 27 Sibat 2019
  • Hiqûq
ERZIROM - Li Îspirê, di daneşîna biryarê ya derbarê mêrê bi navê Oktay Ş. ku ji sûcê êrîşa zayendî yê li dijî 5 zarokan pêk anî dihat darizandin de 38 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.  
 
Li navçeya Îspîr ya Erziromê  M.B. di 2'yê sibatê de çû Navenda Polîsan a Îspîrê û diyar kir ku zaroka wê bi telefonê bi mêrekî ku nas nake re diaxive, got ku li ser medyaya civakî jî dinivîse, vê jê vedişêre û gilî kir. Polîsên ku bi zarokê re hevdîtin kirin û derxistin holê ku zarok li ser medya civakî bi mêrê bi navê Oktay Ş. re diaxive. Polîsan di heman demê de derxistin holê ku Oktay Ş. bi 4 zarokên din re jî li ser medya civakî dizaxive. Oktay Ş. li ser îfadeya zarokan û malbatên wan Oktaya Ş. di 9'ê Sibata 2018'an de hat girtin. 
  
Oktay Ş. yê ku hat girtin derbarê wî de ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzromê ve îdaname hat amadekirin û hat diyarkirin ku di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kiriye. 
 
Di daneşîna biryarê ya dozê ku 2!'ê sibatê hat dîtin de li Oktay Ş. ji ber ku li dijî 4 zarokan êrîşa zayendî pêk aniye 38 sal û 9 meh cezayê gitîgehê hat birîn.  Oktay Ş. ji sûcê êrîşa zayendî ya li dijî zarokekê jî beraet kir.