Girtiyên ji Doza Nisêbînê tên darizandin: Em cezyê bê dayîn nas nakin

  • 17:23 26 Sibat 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Doza Nisêbînê ku ji nişkave tefrîk kirin de darizandina cuda cuda demildest hat destpêkirin. Firat Çîftçî û Tufan Îlbaş ên ku îro daneşîna wan hat kirin, diyar kirin ku heta dosyayan hemûyan nekin yek ew ê îfadeyê nedin. 
 
Daneşîna 6'emîn a doza Nisêbînê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 26'ê Gulana 2016'an de 53 kesên ku ji navçeyê hatin tahliekirin piştre hatin binçavkirin û girtin jê tên darizandin  di daneşîna 6'emîn a dozê ku duh dê bihata dîtin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve biryara dosyayê tefrîk bikin hat dayîn û îro ji van dosyayên ku hatin cudakirin û de bi awayê lez û bez ji bo daneşîn li gorî van dosyayan bê kirin dem hat dayîn. 
 
Parastin nehat kirin
 
Piştî tişta hat jiyîn îro ji ser Dosyaya Bingehîn daneşîna Tufan Îlbaş û Firat Çetîn hat kirin. Di daneşîna ku li Edliyeya Mêrdînê hat dîtin de di serî de ji dosyaya Firat çetîn de daneşîn hat destpêkirin.  Ji ber ku parêzer tunebû parêzerên CMK'ê tevli dozê bûn, Firat diyar kir ku ew ê îfadeyê nede. 
 
'Heta dosyayê nekin yek ez îfadeyê nadim'
 
Firat ê ku parastina xwe bi kurdî kir diyar kir ku tiştê bêje hene û heyeta dadgehê jî bi israr jê pirsî ku wê îfadê bide an ned. Firat diyar kir ku ew ê îfadê nede û mafê xwe yê bêdengmayînê jî bi kar neyne û wiha got: "Ez di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikim. We dosya tefrîk kir. Heta ku hûn van dosyayan nekin yek ez îfadê nadim û cezayê bê dayîn jî qebûl nakim."
 
Li ser vê heyeta dadgehê biryar da ku girtî darizandina Firt berdewam bike, daneşîn taloqî 16'ê Nîsanê kir. 
 
Piştre hat xwestin ku daneşîna Tufan Îlbaş bê dîtin, lê ji ber ku parêzerê wî mazeret nîşan da û tevli dozê nebû, dema ku het salona dadgehê heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber parêzer tune ye wê parastina wî negirin û wê sibe dozê berdewam bikin û doz taloqî sibe kir.