Bi îdiaya Figen Yuksekdag 'heqaret li serokkomar kiriye' ceza lê hat birîn

  • 16:45 26 Sibat 2019
  • Hiqûq
AMED - Ji Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag re bi îdiaya "Heqaret li serokkomar kiriye" salek û şeş meh ceza hat birîn. 
 
Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag di 4'ê Kanûna 2016'an de hatibû binçavkirin û gotina wê ya "Erdoganê ku rabirdûya wî bi xapandinan tije ye" wekî hinceta sûc hatibû nîşandan. Ji ber vê gotinê bi hinceta "Heqaret li Serokkomar kiriye" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina 13'emîn Doza Dadageha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Figenê ya li Girtîgeha Bilind a Tîpa F ya Hejmara 1'emîn a Kocaeliyê ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Li rûniştinê vekilî Tayyip Erdogan Sami Kabadayi û parêzerê Figenê Serdar Çelebî amade bûn. 
 
Dadger bi hinceta "Heqaret li Serokkomar kiriye" salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Figen Yuksekdag birî. 
 
Parêzerê Figenê, Serdar derbarê biryarê de nirxandin kir û got:"Ev biryar ji bo îfadeya azadiyê de ne rast e. Ev îhlal e. Gelek biryarên bi vî rengî Tirkiye mehkûmî AÎHM'ê kirine. Em ê serî li her rêyên hiqûqî bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Ev biryar ne hiqûqî ye."