Dadgehê doza Nisêbînê li 53 dosyayan parve kir

  • 17:13 25 Sibat 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Di daneşîna 6'emîn a doza Nisêbînê de li ser negirtina malbatan a salona dadgehê biryar hat dayîn ku dosya cuda cuda bên destgirtin.  Girtiyan biryar bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" şermazar kir. 
 
Daneşîna 6'emîn a doza Nisêbînê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 26'ê Gulana 2016'an de 53 kesên ku ji navçeyê hatin tahliekirin piştre hatin binçavkirin û girtin jê tên darizandin di bin ewlehiya berfireh de hat destpêkirin. Ji ber ku li gorî kapasîteyê salon nehat dîtin  daneşîn li Salona Konferansê a SGK'ê ji aliyê 4'emîn dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat destpêkirin. Ji 53 kesên ji dozê tên darizandin ku derbarê wan de cuda cuda "muebeta giran" tê xwestin 8 jê bi giştî 40 kesê anîn salonê. 
 
Girtiyan bertek nîşanî dadgehê da
 
Tenê girtî û parêzer girtin salonê û di navbera wan de jî leşeker hatin bicihkirin. Bi hinceta pirsgirêka cih heye malbat negirtin salona daneşîn lê tê kirin. Li ser vê biryarê girtiyekî bertek nîşan da û got, "Heta malbat neyên salonê em îfadê nadin." Li ser vê heyeta dadgehê berî ku daneşîn bê destpêkirin navber dayê. 
 
Wê her gittî cuda bê darizandin!
 
Piştî navber ku saetekê berdewam kir heyeta dadgehê ji girtiyan re got, "We bertek nîşanî negirtina malbatan a li salonê da ji ber wê me biryara ku ji bo her kesekî cuda cuda bi numareyên nuh dosya bên vekirin û doz cuda cuda bê dîtin da."
 
Piştî biryara ku hat dayîn heyet adadgehê ji leşkeran re got "Hun dikarin wan bibin", gitiyan jî biriyara dadgehê li ser piyan bi çepikan şermezar kir. Girtiyan di dema ku li çepikan dan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bimire tecrîd" û "Bijî serok Apo" berz kirin û salon terikandin 
 
Darizandina piştî vê wê li ser 53 dosyayên ji hev cudacuda bê kirin û dîroka wan jî dê biguhere.