Daneşîna 6'emîn a Doza Nisêbînê sibe tê dîtin

  • 12:54 24 Sibat 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna 6'emîn a Doza Nisêbînê ku di dema qedexeya derketina derve de 53 kesên hatin girtin jê  tên darizandin wê sibe bê dîtin. Erkan Benlî yê ku ku ji dozê tê darizandin û diyar kir ku di kesayeta wan de Gelê Kurd tê darizandin wiha got: "Ev darizandin dijhiqûqî ye. Ji ber vê ne meşrû ye. Em dizanin ku wê dadgeh bi fermanên jê re tên biryarê bide."
 
 Daneşîna 6'emîn a Doza Nisêbînê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de 53 kes ji 19 sûcên cuda cuda bi daxwaza cezayê "muebeta giran"  jê tên darizandin wê sibe li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran li Mêrdînê li salona konferansê ya SGK'ê bê dîtin. Li bendê ye ku daneşîn 5 rojan berdewam bike. 
 
Erkan Benlî yê ku ji heman dosyayê tê dariznadin û di girtîgehê de  ye, beriya daneşînê di peyama ku bi riya xizmên xwe ji derve re şand de diyar kir ku di kesayeta wan de Gelê Kurd tê darizandin û got ku ji ber vê divê parastina wan baş bê famkirin. 
 
'Ev dadgeh ne meşrû ye'
 
Peyama Erkan ku ji derve re şand wiha ye: "Ji vê doza ku em tên darizandin di kesayeta me de gelek tê darizandin. Dibe ku dadgeh şexsî nêzî me bibe. Lê ev ne darizandinek şexsî ye, ev darizandina gelekî yanî Gelê Kurd ku bi paşeroz û dîroka xwe tê darizandin e.  Ji ber ku ev doz wê bi qanûnên ne meşrû bê kirin ne pêkan e ku parastina me bê famkirin û hêza vê dadgehê ku van parastinan rast fam bike jî tune ye. Ji ber vê ez dibêjim ku ev ne dadgehek meşrû ye. Em di ferqa vê de ne. Ji ber ku Gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên qanûnî bê par hatiye hiştin û wê darizandineke li gorî hiqûqê û adîlane jî di vê dozê de neyê kirin.
 
'Em dizanin ku wê bi talîmatan biryar bê dayîn'
 
Em darizandin dijhiqûqî ye. Di serdemeke wiha de divê ku bê zanîn parastinên me çiqasî girîng in. Wê dadgeh darizandineke adîlane û etîk neke. Em dizanin ku wê ev parastinên me jî ji aliyê dadgehê de ji nedîtîve bên.  Ev pêvajoya darizandinê bi giştî bi fermana îktîdarê tê meşandin û em dizanin ku wê dadgeha darizandinê dike bi fermana hikûmetê biryarê bide.  Lê di pêşerojê de yên ku wê bên darizandin wê ev pergal û dadgehên xwe bin.  Tişta herî xirab ku li darizandinê tê kirin nefakirina rastiyê ya ji aliyê dadgehê ve ye. Di şexsê em kesên ku tên darizandin de ev xirabî li gelê me tê kirin. Darizandina me ne adîl e û darzandikeke faşîzan û destpot e."