Ji ber êrşkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir

  • 14:45 19 Sibat 2019
  • Hiqûq
COLEMÊRG - 4'emin danişina doza cerdevanê êrşa zayendî kir Sedat E., yê li Geverê êrşa zayendî li xwişkên hev ên 6 û 12 salî kir, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Ji ber ku êrîşkar Sedat E., nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir. 
 
4'emîn danişîna doza cerdevan Sedat E. yê li Geverê êrîşa zayendî li 2 zarokên xwişken hev kir û tê darizandin, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat ditin. êrîşkarê cerdevan Sedat E. ku bi sucdariya "Êrîşa zayendî ya bi nitelik" tê darizandin di danişîna dawî de hatibû berdan û niha serbest tê darizandin. Di danişina îro de bersûc Sedat E. û parêzerê wî li salonê amade nebûn. Lê parêzera mexdûran Harika Karataş, dayik Necibe E., Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê li salonê amade bûn. 
 
'Ji doza Şule Çet ne cuda ye'
 
Di danişînê de ewil Prz. Harika Karataş, bertek nîşanî berdana bersûc da û wiha got: "Biryara tahliyê dê ji bo dozên din jî bibe emsal. Ev doz ji doza Şule Çet ne cudatir e. Zarokek ku rastî êrîşa zayendî hatibe heyeta dadgehê nikare pirsa ‘Dergîstiyê we heye? ' Bipirse. Raropa Saziya Tipa Edlî nîşan dide ku zarok rastî êrîşa zayendî hatine. Lê heyet vê yekê nabîne. Dema welatiyên gund li dijî êrîşa zayendî xwestin bimeşin, malbata êrîşka bertek nîşan dan û êrîş kirin. Ev biryara ku we da rê li pêş êrîşên din ên zayednî vedike." 
 
Prz. Karataş, xwest dîsa delîlan li ber çavan bigire û bersûc dîsa bê girtin. Dayika Zarokan Necibe E. jî bertek nîşanî berdana bersûc da û xwest bersûc disa bê girtin. Dozger jî mutala kir û xwest bersûc Sedat E. girtî bê darizandin. 
 
Dayika zarokan krîz derbas kir
 
Heyeta dadgehê piştî navberek kin biryar da. Heyetê daxwaza parêzer û dozger a girtina bersûc red kir û biryara darizandina serbest da. Heyetê danişina dozê taloqî dirokek pêş kir. Li ser biryarê dayika zarokan Necibe E. krîza sînîr derbas kir.