Baroyê derbarê gumanbarê tacîzkar ê polîs de serlêdana sûc kir

  • 16:03 18 Sibat 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Baroya Enqerê, ji bo zaroka ku dema hat binçavkirin ji aliyê polîsan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma Merve Demîrel  serlêdana sûc kir.  
 
Xwendekara Zanîngehê Merve Demîrel a ku tevli daxuyaniya ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malatên Girtî û Hukumxwaran (TAYAD) ve hat dayîn bû ku hat binçavkirin bû hat îdakirin ku di bin çavaqn de ji aliyê polîsan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin.  Baroya Enqereyê, ji bo balê bikşîne ser bûyerê li Serdozgeriya Komarê ya Enqeryê serlêdana sûc kir. Baroyê xwest ku derbarê polîsê ku êrîşa zayendî kiriye de lêpirsîn bê vekirin.