Rojnameger Îsmînaz Temel hat tahliyekirin

  • 14:58 14 Sibat 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Danişîna nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan jî di nav de 23 kesên dihatin darizandin hat dîtin. Dadgehê Îsmînaz Temel tahliye kir. 
 
Danişîna doza  nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan û parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Bindest (EHB) jî di nav de 23 kesên bi îdayên "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzer û miwekîlên xwe parastin kirin. Piştî parastin û nirxandinên dadgehê, heyeta dadgehê biryara berdana rojnameger Îsmînaz Temel da û danişîn taloqî 24'ê nîsanê kir.