Mêrê ku Fundayê qetilkir cezayê muebetê girt

  • 13:06 14 Sibat 2019
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Li navçeya Karabaglarê mêrê bi navê Tanju Madenoglu ku Funda Turan qetil kir ji doza jê dihat darziandin cezayê muebetê girt. 
 
Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê di sala 2017'an de di meha kanûnê de, mêrê bi navê Tanju Madenoglu, Funda Turan giran birîndar kir. Li ser agahîdayîna derdorê  tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê Funda rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê û Funda li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Tanju Madenoglu hatibû binçavkirin û piştî ku derxistin dadgehê hat girtin û şandibûn girtîgehê. 
 
Ji bo Gûmanbar Tanju Madenoglu, ji doza ku derbarê wî de hat vekirin ji sûcê "bi qastî kuştinê" cezayê muebetê hat xwestin.
 
Di daneşîna dawî ya dozê de heyeta dadgehê, biryar da ku Tanju Madenoglu ji sucê "kuştina bi qestî" bê cezayê muebetê bê cezakirin.