DMME'yê serlêdana doza Cizîrê red kir

  • 13:44 7 Sibat 2019
  • Hiqûq
STENBOL- Danişîna doza kuştina 137 kesên di jêrzemînên Cizîrê de di êrişa tang û topan de hatin kuştin li DMME'ê hat dîtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) serlêdana doza komkujiya Cizîrê ku 137 kes di jêrzemînan de hatibûn kuştin red kir. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû. Di dema qedexeyê de 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê mabûn û bi tang û topan hatibûn şewitandin. Di 3'emîn salvegera şer de danişina dozê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hat dîtin. Der barê komkujiyê de serî li DMME'ê dan. DMME'ê serlêdan red kir û diyar kir ku ev serledan nayê qebûlkirin. Prz. Ramazan Demir, diyar kir ku DMME serlêdan red kiriye.