Cezayê mêrê ku Hêlîn Palandoken kuşt hat erêkirin

  • 15:20 5 Sibat 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Cezayê muebeta giran, 28 sal û 6 meh cezayê girtîhê yê ji bo Mûstafa Yetgîn ê Helîn Palandoken kuşt hat erêkirin. 
 
Daîreya Cezayê 1’emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê, cezayê muebeta giran, 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Mûstafa Yetgîn ê li Pendîkê di 13’ê Cotmeha 2017’an de Helîn Palandoken kuşt û 2 kes birin dar kirin, hatibû birîn, di encama serlêdanê de erê kir. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolu ya Stenbolê muebeta giran, 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mustafa birîbû. 
 
Daîreya ku dosya lêkolîn kir, biryara dadgehê di cih dît û ceza erê kir.