Rûniştina Rojnameger Safiye Alagaş hat tarloqkirin

  • 13:33 5 Sibat 2019
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Mudura Nûçeyan a Jinnewsê ya ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin hat tarloqkirin. Dê rûniştina din di 23'ê Gulanê de bê dîtin. 
 
Bi îdiaya di nûçeyên Jinnewsê de "Propagandaya rêxistinê" tê kirin Dozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc kiribû. Rûniştina Mudura Nûçeyan a Jinnewsê ya ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin hat tarloqkirin. Dê rûniştina din di 23'ê Gulanê de bê dîtin. 
 
Parêzera Safiye beşdarî rûniştinê bû lê Safiye ji ber ku li Stenbolê bû beşdar nebû. 
 
Du dosyayên Safiyeyê kirin yek û parêzera Safiyeyê Pîrozhan Karali parastina Safiyeyê xwest. 
 
Daxwaza parêzeran hat qebûlkirin û rûniştin tarloqî 23'ê Gulanê kirin.