Endama Dîwana KCD'ê Edanur Bazencir hat tahiliyekirin

  • 13:21 17 Çile 2019
  • Hiqûq
AMED - Endma Dîwana KCD'ê ya berê ku di çarçoveya operasyonên 9'ê cotmeha 2018'an de hat binçavkirin û hat girtin Edanur Bazencir tehliye bû. 
 
Endma Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê ku di çarçoveya operasyonên 9'ê cotmeha 2018'an de hat binçavkirin û hat girtin Edanur Bazencir daneşîna 2'emîn a doza wê hat dîtin. Di daneşîna ku li 4'emîn Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Edanur û parêzerên xwe amae bûn, endamên KCD'ê  xizmên Edanurê jî li daneşînê amade bûn. 
 
 Daneşînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pêkir. Di daneşînê de pêdivî pê nehat dîtin ku şahidê nepen yê ku li ser hemû kesên di 9'ê Cotmehê de hatin binçavkirin îfade da "Ezel" bê guhdarîkirin. Şahida aşkera Kehrînan Bîrlîk jî diyar kir ku ew Edanurê nas nake.
 
Edanur jî di axaftina xwe parastina xwe ya ewil dunare kir û tehliyeya xwe xwest. Parêzerên Edanûrê jî diyar kirin ku tiştekî lê zêde bikin tune ye û tehliyeya wê xwestin. 
 
Pişît navbera ku hat dayîn derbarê Edanurê de biriyar hat dayîn ku gumana bireve û delîlan reş bike tune ye û hat tehliyekirin. 
 
Heyeta dadgehê herwiha xwest ku ji 1^emîn Dadgeha Cezayê Giran bila muzakere bê nivîsandin û ewraqên ku lêpirsîna Edanûrê bi wan tê berdewakirin di ser UYAP'ê re bişînin û daneşîna piştî vê taloqî 30'ê Nîsanê kir.