Li Zarokistana Perperike tecrûbeya şîrdoşî û Modela Montessorî

  • 14:47 15 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Mamosteyên Zarokistana Perperike ji bo pêşxistina jîyanî ya rojane ya xwendekarên xwe yên perwerdehiya pirzimanî dibînin pêş bixe, wek bingeh modela perwerdehiya Montessorî digirin û bi xebatên xwe re didomînin.
 
Şaredariya Peyasê ji bo şagirtên xwe yên biçûk ên ku li Zarokistan Perperîke ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî perwerdeya pirzimanî dibînin, xebatên xwe yên ji bo pêşxistina şarezayên jiyanî ya rojane yên zarokan li ser modela perwerdehiya Montessorî didomîne. Di nêzîkatiya perwerdehiyê de wek bingeh “bi kirinê û bi ezmûnkirinê fêrbûn” digirin dest û dide pêş. Di vê çarçoveyê de, zarok bi tevlîbûnek e rasterast dest bi pêvajoyên perwerdehiya şîrdoşinê û meyandinê dikin.
 
Bi saya vê azmûnê zarok fêrî pêvajoyên hilberîna xwezayî dibin û jêhatîbûnên wekî berpirsiyarî, sebir û xwebaweriyê pêş dixin. Mamosteyên Zarokistana Perperike diyar kirin ku ew ê bernameya perwerdehiya hînbûna ezmûnparêz a ku bi jiyanê ve girêdayî ye bidomînin.