
'Divê ji bo bangê gavên rêxistinkirî bên avêtin'
- 11:04 13 Nîsan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinan diyar kirin ku ew ê banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sereftin û aştiyê tacîdar bikin û wiha gotin:"Banga Rêbertî ya aştiyê ku di 27'ê Sibatê de bû, ji bo me destpêkirina pêvajoyek nû bû. Divê bêhtir di vê pêvajoyê de û ji bo bangê em gavên bi rêxistinkirî biavêjin her wiha em felsefeya Rêbertî bi cîhanê û jinên cîhanê bidin naskirin."
Li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê bi boneya 4'ê Nîsanê bi domdarî çalakî tên li darxistin. Ji aliyê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star û Komîteya Insiyatifa Jin a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Panel li parka Efrîn ku dikeve taxa Eşrefiyê bi beşdariya jinên ji partî û meclisên taxê hat lidarxistin. Li ser peyama Rêberê Gelê Kurd a banga aştî û civaka demokratik gelek nîqaş hatin kirin.
Jinên tevli panelê bûn nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Em vê pêvajoyê bi sereftin û aştiyê tacîdar bikin'
Ji Rêveberiya Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star Mune Kibik li ser girîngiya panelê wiha got:"Îro rojbûna Rêbertî ji bo me bû roja vejîna gelê Kurd û jinê. Ev panel ji bo pêşketina jinan gelekî girîng bû. Her wiha piştî banga aştî û civaka demokratik a Rêbertî gelek girîng e ku em di warê pêkanîna perspektîfên Rêbertî kar û xebatê bikin. Em ê bi siyaset bi pênûs û ramanên xwe şerê xwe bikin da ku em vê pêvajoyê bi sereftin û aştiyê tacîdar bikin."
'Pirsgirêka jinê neyê çareserkirin wê welat jî neyê rizgarkirin'
Têkildarî panêlê Mune Kibik wiha got:"Di vê panela xwe de bi armanca dewlemendkirina nîqaşan me gelek pirs kirin. Weke pirsa Rêber Apo ji bo jinan kî ye û çiye? Her wiha banga aştî û civaka demkratik ya Rêbertî tê çi wateyê ? Di heman demê de heya em banga Rêbertî pêk bînin divê em çi bikin? Her wiha çima Rêbertî got pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd girîngtir e? Îro em ê nikaribin qala welat û azadiya welêt bikin heger jin tê de kole be. Lewma heger pirsgirêka jinê neyê çareserkirin wê welat jî neyê rizgarkirin."
'Rêbertî ji bo min tê wateya jiyan û azadiyê'
Mune Kibik da zanîn Abdullah Ocalan wê bi hêz dike û wiha dewam kir:"Rêbertî ji bo min tê wateya jiyan û qêrîna min a yekem a ji bo azadiyê. Her wiha kesayeta ku ez bi hêz kirim. Dema ku em qala Rêbertî dikin em gelek kelecanî dibin ji ber ku em çiqas qala Rêbertî bikin wê peyv kêm bimînin. Her wiha Rêbertî ji bo min berdewamiya berxwedaniya di jiyanê de ye."
'Ya ku hevaltiya rast bi jinê re kir Rêbertî bû'
Mune Kibik da zanîn Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan li berxwe daye û wiha pê de çû:"Di dîrokê de gelek fîlozof derketin dibe ku qala jinê kiribin lê belê yê ku hevaltiya rast bi jinê re kir û jin ji taritiyê derxist ber bi ronahiyê ve bir, Rêbertî bû. Her wiha ji ber ku Rêbertî bingeha paradigmaya xwe li ser azadkirina jinê da avakirin ji bo jinan gelekî girîng e. "
'Felsefeya Rêbertî bi cîhanê û jinên cîhanê bidin naskirin'
Her wiha Mune Kibik di temamkirina axaftina xwe de da diyarkirin ku ew li ser banga aştî û civaka demokratik a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin nava pêvajoyeke nû û wiha got:"Îro banga Rêbertî ya aştiyê ku di 27'ê Sibatê de bû, ji bo me destpêkirina pêvajoyek nû bû. Divê bêhtir di vê pêvajoyê de û ji bo bangê em gavên bi rêxistinkirî biavêjin her wiha em felsefeya Rêbertî bi cîhanê û jinên cîhanê bidin naskirin."
'Em Rêbertî ji xwe re weke zayina nû didin pênasekirin'
Di hema demê de Endama Insiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nisrîn Mihemed jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Ji ber ku Rêbetî azadiya jinê esas digre û têkoşînê ji bo rizgariya jinê dide berdewamkirin îro rojbûna Rêbertî rojbûna me hemiyan e. Bi saya felsefeya Rêbertî azadiya jinê hat avakirin û îro tevahî jin li ser wê fikir û felsefeyê têkoşîna xwe didin berdewamkirin. Lewma em Rêbertî ji xwe re weke zayina nû didin pênasekirin."
'Azadiya fîzîkî ya Rêbertî erka sereke ye'
Di dawiya axaftina xwe de Nisrîn Mihemed wiha got:"Banga aştî û civaka demokratik a ku Rêbertî kir di demeke ku alozî girantir bibû derket pêş. Îro tê xwestin tevahî gel vê bangê baş nas bikin û rast pêk bînin da ku em bi vî awayî xwe bigihînin civakeke rast û azad her wiha azadiya fîzîkî ya Rêbertî erka herî sereke ye ku dikeve li ser milê jinan."