
‘Peyama Birêz Ocalan ji bo me hemûyan rêyek nûye’
- 09:03 10 Nîsan 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Fulya Taştan der barê meşa 4 rojan a bi dirûşmeya "Em bi civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin" a bi pêşengiya meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat destpêkirin de nirandin kir û got peyama hatiye şandin nexşerêye û wiha got: “Peyama hat şandin tenê hêviya me geş nekir û girêdayîna me ya bi gelê me, riya me û serokatiya me xurt kir.”
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) bi wesîleya 76’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve meş da destpêkirin û ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ve bi hezaran kes meşiyan. Ciwanan piştî meşa 4 rojan bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin" pêk anîn şûnde di 4’ê Nîsnê de pîrozbahî pêk anîn û meş bidaweî kirin. Di roja sêyemîn a meşê de peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ciwanan re şandibû hat parvekirin.
Fulya Taştan ku tevli meşê bû, der barê peyama Abdullah Ocalan û meşa 4 rojan berdewam kir de nirxandin kir.
‘Peyama Birêz Ocalan ji bo me hemûyan riyek nû ye’
Fulya Taştan da zanîn ku nêzî 20 salen e yekem car meşek wisa pêk hatiye û got: “Me ciwanan ji bo meşê dest da hev. Em bi kelecan bûn. Gelek astengî hebûn lê me astengî nas nekirin û me riya xwe temam kir. ev ji bo me watedar bû. Hêz da me. Peyama Birêz Ocalan hestên cuda bi me re çêkirin. Ji bo me hemûyan rêyek nû nîşan da. Di peyama hatiye şandin de hat dîtin ku divê em hemû rêyek wisa bişopînin.”
‘Peyamê jin hîn xurtir kir’
Fulya Taştan bi lêv kir ku peyama Abdullah Ocalan rê nîşanî jinên ciwan pêşeng die û wiha dirêjî dayê: “Ev qas sal bû me cara ewil şahidiya tiştek wisa kir û em kêfxweş bûn. Em pir kelecanî bûn. Jinan di eniya pêş de cih girt û ev hestek pir xweş bû. Peyama Abdullah Ocalan jin hîn xurtir kirin. Belê peyam ji bo ciwanan bû lê di heman demê de ji bo gelê Kurd bû jî. Peyama ‘Xwe rêxistin bikin, rêxistin bikin" me wek yekitî û wekheviyê girt dest. Ger ku ciwan bibin yek dikarin her tiştî bikin. Em bi vê bawerin û bi vê hêviyê derketine rê. Peyama hatiye girêdayîna me ya bi serokatiyê, bi gel re nîşan dide û hêza me xurt kiriye.”
‘Me dît ku gel tirs ji ser xwe avêtiye’
Fulya Taştan di berdewamiyê de destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan meşa ber bi Amarayê ve pêk anîne û wiha vegot: “Me ciwanên Wanê di dema qeyûman de li dijî êrîşan zincîr şikandin. Ev ji bo hemû kesî bû hêvî. Ji 7 salî heta 70’ê salî kes hebûn. Em li her derê bi coş hatin pêşwazîkirin. Gelê me tirs ji ser xwe avêt.”
‘Em bi serokatiya xwe bawerin’
Fulya Taştan wiha dawî li axaftina xwe anî: “peyama ku serokatiya me ji bo aştiyê şandiye ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li hemû cîhanê deng daye. Em bi serokatiya xwe bawerin. Em wek gel ne bi dewletê bi serokatiya xwe bawerin.”