Dayikên Aştiyê: Em berxwedana we pîroz dikin
- 16:10 14 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ziyaret kir got, “Em berxwedana ku we bi rojan nîşan daye pîroz dikin. 'Berxwedan jiyan e qeyûm talan e'. Em ê berxwedana xwe bidomînin. "
Çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ketiye roja xwe ya çaremîn, bi serdanên piştgiriyê yên ji gelek beşên civakê dewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku îro hatin qada çalakiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê yên ku bi hevserok Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan hatin qadê bi dirûşmên "Bijî berxwedana dayîkan", "Berxwedan jiyan e, qayûm talan e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de wêneyê Şêx Seîd, Qazî Muhammed û Seyît Riza hat hilgirtin.
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saadet Oklu daxuyanî da.
'Berxwedan jiyan e qeyûm talan e'
Dayika Aştiyê Saadet Oklu ku bi silavkirina berxwedana gelê ku bi rojan e di hewaya sar de nobetê digirE dest bi axaftina xwe kir, got, "Dosyayek vala amade kirin û ji bo şaredariya me desteser bikin hincet nîşan dan. 'Berxwedan jiyan e qeyûm talan e'. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin."
'Yên ku dixwazin vîna me desteser bikin bila li helwesta dayikên me binêrin'
Neslîhan Şedal, diyar kir ku ji bo îradeya gel neyê desteserkirin, Dayikên Aştiyê tevî hewaya sar jî bi rojan qada nobetê terk nekirin û berxwedana xwe berdewam kirin. Neslîhan Şedal wiha berdewam kir "Weke heşaredar em we bi germahiya dilê Dayikên Aştiyê silav dikin. Nobeda me 4 roj in dewam dike. Beriya her tiştî em spasiya dayikên xwe yên laçik spî dikin. Ji ber ku ev 4 roj in qada nobetê neterikandine û vîna xwe parastine."
'Gelê Kurd nêzî aştî û azadiyê ye'
Abdullah Zeydan jî anî ziman ku Dayikên Aştiyê 4 roj in li qada nobetê di rêza yekemîn de ne û wiha got: "Em ji ber vê piştgiriyê şanaz in. Em careke din keda her kesî bi taybetî li dayîkan pîroz dikin. Laçikên spî yê ku dayik bi kar tînin ne laçikên ji rêzê ne, wateya wan ya herî mezin aştî ye. Vê serhildana xwe bi felsefeya 'Jin jiyan azdî' ku ji cîhanê re bûye mînak de dikin. Gelê me nêzî aştî û azadiyê ye."
Piştî daxuyaniyan Dayîkên Aştiyê û kesên beşdarî nobedê bûn çalakiya xwe bi gerandina govendê bi stranan berdewam kirin.