Li Cizîrê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:47 14 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Makbule Sungur li Cizîrê bi awayekî bi gûman li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
 Makbule Sungur a 25 salî ku bi du zarokên xwe re li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dima, bi awayekî bi gûman li mala xwe mirî hat dîtin.  Cenazeyê Makbule Sungur ji aliyê  tendurustvanên  hatin cihê bûyerê ve rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
Têkildarî sedema mirinaMakbule Sungur agahî nehat girtin. 
 
 Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.