
Li Peyasê Roja Zimanê Zikmakî tê Pîroz kirin
- 12:07 14 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî hin rêze çalakiyên cuda amade kirin. Di çarçoveya pîrozbahiya ji bo Roja Ziman de çalakiyên wekî nîşandayîna panel, dîwana dengbêjan, şahiya zarokan û gera esnafan li dar dikevin.
Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê "Roja Zimanê Zikmakî" bi çalakiyên cuda pîroz dike. Çalakî dê dora hefteyekê bidomîne. Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê di daxuyaniya ku da de got: “sînorê zimanê me sînorê nasnameya me ye. Ji ber vê em roja zimanê zikmakî ya navnetewî di rojekê tenê de asê nahêlin û weke pîrozbahî em ê hefteyekê bidin berxwe û pîroz bikin.”
Bernameya ku ji aliyê Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê ve hatiye amadekirin:
16.02.2025/Yekşem – Li Akademiya Zanistê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir şahiyeke navxweyî çêbibe. Her wiha dê ev xebat ji bo xwendekarên li Aydin Erdem û Alî Emîrî jî vekirî be.
17.02.2025/Duşem – Dê bi awayekî girseyî bazara taxê ya pişt Ceylanê were ziyaretkirin, kartên fêkî û zerzewatan dê li esnafên derdorê û li xebatkarên bazarê bên belavkirin.
18.02.2025/Sêşem – Li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî dê panel û şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin. Bi dirûşma “Deng û Dîwan”, bi moderatoriya Bêrîvan Matyar, wek axaftvan û panelîst Weysî Varlî û Serwet Denîz beşdar dibe. Di heman demê de dîwana dengbêjan ji dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî li dar dikeve.
18.02.2025/Sêşem – Li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar dibe.
19.02.2025/Çarşem – Li Kargeha Hunerê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir û li saziyên me yên perwerdehiyê şahiyek bê lidarxistin.
20.02.2025/Pêncşem – Zarokên Perperikeyê dê ligel malbatên xwe û xebatkarên Perperikeyê biçin serdana Mala Dengbêjan û li dengbêjan guhdarî bikin.
21.02.2025/În – Li Xalxalokê dê şahiyek bê lidarxistin û 21’ê Reşemiyê were pîrozkirin.