
'Hêviya me di cejnên me de dîtina Rêbertî ye'
- 11:14 14 Sibat 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Mala Êzîdiyên Helebê bi şahiyekê cejna xwe cejna "Xidir Eliyas" a ku bi navê "Bêxwîn" tê naskirin, pîroz kirin. Jinên ji ola êzîdî wiha di vê rojê de hêviya xwe anîn ziman û gotin:"Ji ber ku bi saya felsefeya Ramanwarê mezin Abdullah Ocalan em îro bi hemû pêkhate û bawermendên heyî vê cejna xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne em rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin."
Cejina Xidir Eliyas ango bi navekî din cejna Bêxwîn li gel ola êzdî rojek pîroz e tê wateya komkirin û hilberîba berhemên xwezayê. Ji bo ku mirov firawana xwezayê bixwe hemû cure zadê di sêlê de diqewirînin û bi hev re dikin yek û belav dikin. Av, enerjiya rokê û axa ku ev zad di xwe de mezin dike pîroz tê dîtin. Ji 5000 hezar sal de ev cejn tê pîrozkirin. Mala Êzîdiyên Helebê bi şahiyekê ev cejn pîroz kirin, pîrozbahî li hola Talêt Heleb ku dikeve taxa Şerqî bi beşdariya êzîdiyên taxê her wiha misliman û xiristiyanên taxê hat lidarxistin. Piştî vegotina qewlên ola êzîdiyan pêkhateyên êzîdî bi ava zemzemê û mûjan (Tirîya hişkirî) rojiya xwe vekirin û ew zadên ku hatine qewirandin û hêrandin li haziran hat belavkirin.
'Cejna me tê wateya aştiyê'
Endama Mala Êzîdiyên Helebê Raniya Cafer axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha têkildarî vê rojê got:"Îro em cejna xwe cejna bêxwîn em pîroz dikin. Wateya vê rojê aştî ye ji bo me lewma em xwînê narijînin ji ber ku rijandina xwînê tê wateya şeran em tenê hemû zadên xwe bi awayekî xwezayî şîn dibin weke nok, nîsk, cihe, dendik, birinc, mûj, baqiln û h.w.d kom dikin didin qewirandin û em belav dikin."
'Em serokê xwe azad bibînin'
Di dirêjiya axaftina xwe de Raniya Cafer got:"Îro di şahiya me de ne tenê pêkhateyên êzîdî hene lê belê Misliman, Ermen, Xiristiyan û h.w.d amade bûn. Ev jî bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne lewma di vê cejna me de hêviya me ew e ku em serokê xwe azad bibînin."
Di dawiya axaftina xwe de Raniya Cafer hêviyên xwe di vê rojê de anî ziman û wiha got:"Em bi hêvî ne ku sala bê em serokê xwe di nava xwe de bibînin her wiha em li bajarê xwe bajarê Efrînê şahiya cejna xwe li dar bixin di heman demê de hemû jinên ku di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne werin rizgarkirin."
'Hêviya me azadkirina rêbertî ye'
Di heman demê de ciwana êzîdî ya bi navê Lava Beko jî bi kurtî axaftin kir û got:"Îro cejina Bêxwîn em li civaka xwe ya êzîdî pîroz dikin û bi taybet li rêbertî ji ber ku tiştê dihêle îro em weke tevahî pêkhate û olan vê şahiyê bi hev re pîroz bikin felsefeya rêbertî ye lewma hêviya me azadkirina rêbertî ye. "