
Jinên siyasetmedar: Divê derfeta dîrokî baş bê nirxandin
- 09:03 14 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL-Jin der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine kirin û rola meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de axivîn û gotin: “Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Em bi biryarin ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Divê hemû alî piştgiriyê bidin vê derfeta dîrokî.”
Piştî hevdîtinên ku heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir şûnde nîqaşên der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didomin. Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê hemû aliyan ve erênî hat dîtin û her wiha ji bo çareseriyê jî yek ji zemîna girîng TBMM hatibû nîşandan. Jinan der barê mijarê de û rola meclîsê de nirxandin kir.
Siyasetmedar Arzu Firat balkişand ser gotinên Devlet Bahçelî yên wekê ‘bila Abdullah Ocalan bê meclîsê biaxive’ û got: “Bangek wisa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girînge. Piştî vê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin kirin û deklerasyona ji 7 xalî pêk dihat ji bo diyalog û muzakereyê girîng bû. Bêguman di heman demê de meclîs jî zemîneke girîng a ji bo çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê diyalog girînge. Divê aliyên civakî jî tevli pêvajoyê bibin. Ev ji bo me girîng e.
‘Şer û jin’
Arzu Firat balkişnad ser şer û perçûnên tên jiyîn û got mexdurên herî mezin jinin û wiha domand: “Şer di encama zîhniyeta serdest ya mêr de dertê holê. Yên herî zêde zirarê ji şer dibînin jin in. Ji ber vê jin neçarin bibin kirdeya vê aştiyê. Ger aştiyeke pêkan be divê bi têkoşîna ku jin dimeşînin ava bibe.”
‘Em ê li dijî şer civaka demokratîk ava bikin’
Arzu Firat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Kurd daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dkin.Divê mafên Kurdan di bin ewlehiya destura bingehîn de be. Dema ev mijar bê çareserkirin wê pisgirêk jî çareser bibin. Dema aştî bê axaftin civakî bûn girîng e. Em ê li dijÎ şer civaka demokratîk ava bikin. Dema em pêvajoyê bihûnin jî em ê ji tecrubeyên berê fêdeyê bigirin. Divê jin jî teliv vê bibin û hemû bindest tevli vê pêvajoyê bibin.”
Derfeta dîrokî
Arzu Firat daxuyakirin ku pêşniyara çareseriyê ya hatiye pêşkêşkirin derfetek dîrokî ye û wiha dawî lê anî: “Pêwîste ev derfeta dîrokî pir baş bê nirxandin. Jin nîvê civakê ava dikin. Bêyî jinên ku nîvê civakê pêk tînin em nikarin behsa aştiyê bikin. Jinên Kurd û jinên Tirk xwedî têkoşîneke hevpar in. Li Tirkiyeyê komkujî pêk tên. Di serdemên ku zemînên demokratîk tune ne, di nav van de yên ku herî zêde bi bandor dibin jin in. Pêwîste ev pêvajoya aştiyê were civakîkirin û hemû beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku ev mijareke ku hemû civakê eleqedar dike. Pêwîst e hemû beşên civakê di vê mijarê de xwedî helwest bin. Pêwîste her kes bi gotinên xwe li vir be û bi daxwazên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibe. Tenê eger wisa be em dikarin aştiya civakî ava bikin. Em ji vê yekê hêvîdar in û em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.”
‘Barê me giran e riya me dirêje lê em bi hêvî ne’
Endama Meclîs Jinan a HDK’ê Gulşen Daşdogan daxuyakirin ku jin li alî aştî û jiyankirinê ne û aştî dxwaza hemû jinan û cîhanê ye. Gulşen Daşdogen wiha anî ziman: “Pêkhatina aştiyê û ji aliyê civakê ve qebûlkiri herî zêde ji bo jinan girînge. Di şer de ewil jin û zarok bi bandor dibin. Ji ber vê aştî daxwaza me hemû jinane. Em banga Baxçelî ya 7’ê cotmehê de kir girîng dibînin. Lê têr nake. Ji ber divê ev pêvajo li zemîna destura bingehîn runiştin. Ji bo em pêvajoya aştiyê civakî bibin û bikin daxwaza gel divê em kolan bi kolan tax bi tax bigerin. Em jin ne di ewlehiyê de ne. Her roj jin tên qetilkirin. Jin herî zêde di nav malbatê de tundiyê dibînin. Barê me girane, riya me dirêje lê em bi hêvî ne.Divê hemû kes ji dil be û gavên ji dil bavêje. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.”