Çalakiya nobetê ya li Wanê tevî barîna berfê dewam kir

  • 08:38 14 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
WAN - Çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî barîna berfê di roja 4'emîn de berdewam kir.
 
3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi îdiaya "Bi zanebûn û bi dildarî hewl daye alîkariya rêxistinê kiriye" hat birîn, hat şermezarkirin. Şêniyên li Wanê ev du roj in li ber şaredariyê ye û heta sibehê nobeda xwe didomîne.
 
Li Wanê ku şert û mercên hewayê gihişt -8 pile û berfeke zêde barî, nobetê bênavber dewam kir. Gelek welatiyan li şaredariyê li ser kursiyan nobeda xwe berdewam kirin.
 
Li aliyê din ciwanên ku li baxçeyê şaredariyê di bin berfa zêde de gelek caran stranên berxwedanê gotin û heta berbangê li dora agir govend gerandin. Çalakiya nobedê berdewam kir, ji heftê heta heftêyî welatiyên ji hemû pêkhateyan piştgirî dan. Parlamenterên herêmê yên DEM Partiyê jî piştgirî dan nobetê, hevşaredarên şaredariyê tevahiya şevê qada nobetê terk nekirin.
 
Gelek caran şorba germ û çay ji kesên nobedar re dihat dayîn. Li gel ku serê sibê ye jî gel ber bi şaredariya ku nobet lê dewam dike diçin.
 
Bernameyên ku şaredariya Bajarê Mezin dê di nava rojê de li dar bixin wiha ne:
 
* Koma muzîkê Jin Ma (14:00)
 
*Meclîsa Bajêr dê bi beşdariya hevserokên Bajarê Mezin li otelekê bi gelek sazî û rêxistinên mafên mirovan re bicive. (15:00)
 
* Hunermendên herêmî (15:00-17:00)
 
* Koma Muzîkê ya Arhat (19:00)
 
*Stand-up (21:00)