
Meşa Dirêj a li Fransayê di roja 24'an de ye
- 11:48 13 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a 26 rojan ku di çarçoveya pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 24'emîn de ye.
Çalakgerên ku serê sibehê li bajêr meşiyan, êvarê tevlî civîna gel bûn. Ji beşdarên meşê Saniye Tûnç li civînê axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku meş û mîtînga mezin a li Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hîn xurt bikin.
Saniye Tûnç anî ziman ku ev çalakî ne tenê meş e û got, "Em bi hevdîtinên dîplomatîk û civînên gel têkoşîna xwe dewam dikin."
Saniye Tûnç ragihand ku moralê wan bilind e û bi vê coşê wê di 15'ê Sibatê de bi gel re bicivin.
Siyasetmedar Ferhat Encu jî di civîna gel de axivî, bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û destnîşan kir ku gelê Kurd êdî li hemberî bênasnamehiştinê 50 salên dawî bênavber li ber xwe dide.
Ferhat Encu anî ziman ku paradîgma û têkoşîna azadiyê ya Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê bûye mînak û got, "Armanca delweta Tirk ew e ku li maseyê destê Kurdan lawaz bike."
Ferhat Encu got, "Ji ber vê yekê divê em li hemberî hemû êrîşên dewletê li ber xwe bidin û mafên xwe heta dawiyê biparêzin. Çalakiya ku wê 15'ê Sibatê bê kirin jî divê li ser vê bingehê bê dîtin. Ji bo parastina destketiyan divê gelê me li Strasbourgê be."