Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

  • 11:19 13 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di çarçoveya şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li dijî tevahî gelê Kurd hate pêkanîn, greva birçîbûnê ji bo 3’ê rojan hate destpêkirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li dijî tevahî gelê Kurd hate kirin, greva birçîbûnê ya ji bo 3’ê rojan hate destpêkirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan li Saziya Ciwanan a Mexmûrê hat destpêkirin. Merasîma çalakiyê bi kombûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Beriya ku çalakî despê bike ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman ve axaftinek hat kirin.
 
Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hêzên li hemberî Abdullah Ocalan tehamûl nedikirin bi komployekê ew dîl girtin û wiha peyîvî: “Em weke gelê Mexmûr û bi taybet jî weke gelê Kurd bi berxwedana Rêber Apo her tim serbilind in. Rêber Apo tenê rêyek nîşanî me daye, ew jî rêya berxwedayê ye. Divê em weke xelkê Mexmûr û gelê Kurd li ser vê xetê bimeşin. Ev pêvajoya ku dibêjin wê her kes li Rêbertî xwedî derbikeve û wê Rêbertî ji bo me çareseriyê bîne, wek gelê Kurd di vî alî de em hêjî sist mane. Diviyabû hîn xurtir nêzî pêvajoyê bibûna. Em jî wek xelkê Mexmûr vê destpêkirina greva birçîbûnê, emê wekî pêngavekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi nav bikin û emê bêjin bi çi şêwazî dibe bila bibe wê armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî gelê Kurd be.”
 
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.