
'Divê Serokê me azad be'
- 10:27 13 Sibat 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên Helebê yên têkildarî 15'ê Sibatê nêrînên xwe anîn ziman wiha gotin:"Rêberê me ne ji bo şer lê ji bo aştiyê li berxwe dide. Li cîhanê bi saya felsefeya wî mirov pêş ketin. Ji bo ev felsefe neyê belavkirin ev 26 sal in hatiye sirgunkirin. Divê Serokê me azad be."
Jinên li Helebê yên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevli çalakiyan dibin dan zanîn heta Abdullah Ocalan azad bibe ew ê berxwdana xwe dewam dikin û gotin:"Bi dîlgirtina Rêbertî em nayên tunekirin, em ê her roj ji bo Rêbertî têbikoşin. Ji ber ku em bi felsefeya Rêbertî mezin bûne em ê her hebin û heger yek dayik ji me mabe wê xwedî li Rêberê xwe derkevin."
'Divê Serokê me azad be'
Ji aliyê xwe ve dayika bi navê Henîfe Berko axaftina xwe têkildarî 15'ê Sibatê bi ajansa me re par ve kir û wiha got:"Ez ji taxa berxwedêr silavên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê dikim. Ne heq û mafê tu kesî ye ku Rêberê me bixin zindanan. Rêberê me ne ji bo şer lê ji bo aştiyê li berxwe dide. Li cîhanê bi saya felsefeya wî mirov pêş ketin. Ji bo ev felsefe neyê belavkirin ev 26 sal in hatiye sirgunkirin. Divê Serokê me azad be."
'Têkoşîna me ji bo Rêbertî dewam e'
Di dawiya axaftina xwe de Henîfe Berko got:"Bi girtina Rêbertî daxwaz kirin me tune bikin em tune nabin heya ku em dayikên pakrewana hene em ê her li pişta Rêberê xwe bin û ji bo azadiya Rêbertî em ê tekoşîna xwe bidin berdewamkirin."
'Mafê me azadiya Rêbertî ye'
Di heman demê de dayika 92 salî ya bi navê Sedîqe Mehmod Reşo jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li dewletên navneteweyî kir û wiha got:"Ez silavên xwe ji vir heya Îmraliyê ji Rêbertî û girtiyên zindanan re rê dikim. Ne ji îro û ji duh ve em hene em bi hazaran salan hene û li ber xwed didin. Divê dewletên navneteweyî mafê me bidin me û mafê me jî azadiya Rêbertî ye."
'Em ê Rêberê xwe azad bikin'
Di dawiya axaftina xwe de Sedîqe Mehmod Reşo wiha got:"Dewletên komploger bi girtina Rêbertî daxwaz kirin ku em weke jin û gelê Kurd tune bibin lê em her hene û xelas nabin. Temenê min 92 sal in ez li benda azadiya Rêberê xwe me heya em hene û em têdikoşin em ê Rêberê xwe azad bikin û di nava xwe de bibînin."
'Em ê her bi Serokê xwe re bin'
Di dawiyê de jî dayika bi navê Zelîh Ebdo jî têkildarî berdewamkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Abdullah Ocalan hat meşandin wiha got:"Îro ji bo em Rêberê xwe fîzîkî azad bikin em daketine kolanan lê belê banga me ji bo tevahî dewletên navneteweyî heye ku bi erka xwe rabin û Rêberê me azad bibe. Em bi tundî berdewamkirina komploya li ser Rêberê me şermezar dikin. Em ê her bi Serokê xwe re bin."
'Em bi felsefeya Rêbertî mezin bûne'
Di dawiya axaftina xwe de Zelîh Ebdo got:"Bi dîlgirtina Rêbertî em nayên tunekirin, em ê her roj ji bo Rêbertî têbikoşin. Ji ber ku em bi felsefeya Rêbertî mezin bûne em ê her hebin û heger yek dayik ji me mabe wê xwedî li Rêberê xwe derkevin."