'Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin'

  • 09:02 13 Sibat 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endamên PYD'ê yên li Helebê dan zanîn ew ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser piya ne û wiha gotin:" Divê em hemû xwedî li Rêberê xwe derkevin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin, teslîmê Tirkiyeyê hat  kirin. Nerazîbûnên li dijî komployê wekî li her derê li Helebê jî dewam dike. Jinên li Helebê di çalakiyan de li dij komployê derdikevin axivîn.
 
'Daxwaza komplogeran pêk nehat'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Meyede Erebo da zanîn têkoşîna wan a li dijî komploya navneteweyî dewam dike û wiha got:"Li diji komployê em çalakiyên xwepêşandanê li dar dixin. Bi komployek navneteweyî Rêbertî hat girtin. Em îro vê komployê şermezar dikin. Hêzên nanveteweyî xwestin Rêbertî wekî şoreşeke ku ser neketibe nîşan bidin. Lê belê daxwaza komplogeran pêk nehat."
 
'Îmralî bû navenda îradeyê'
 
Meyede Erebo bi lêv kir ku Abdullah Ocalan Îmrali kiriye cihê zanistê û wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya ku ev 26 sal in dewam dike Îmralî kir navenda berxwedan, îrade û zanistê. Bi têkoşîna xwe Rêbertî bû rêberekî navneteweyî. Ji bo tevahî dinyayê bû remza azadî û aştîxwaziyê. Bi têkoşîna Gelê Kurd a li her çar aliyan hevdîtina bi Rêber re pêk hat."
 
Meyede Erebo da zanîn ew her tim ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan e û wiha domand:"Em ê her li ser piya bin heya ku em azadiya Rêberê xwe misoger dikin."
 
'Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Elîf Reşîd jî da zanîn divê kurd li Abdullah Ocalan û têkoşîna wî xwedî derkevin û wiha got:" Em ji komploya ku ev bû 26 sal in li ser Rêbertî hatiye meşandin dibêjin êdî bes e. Ev çend car in ku hevdîtin bi Rêbertî  re tê kirin lê em Rêberê xwe nabînin. Em li benda wê rojê ne em Rêberê xwe hem li ser ekranan, hem jî zindî di nava xwe de bibînin. Daxwaza me ya yekem û ya dawî ew e ku em Rêberê xwe azad bibînin. Divê rêxistinên mafê mirovan xwedî li Rêbertî derkevin û bi erka xwe rabin. Divê em hemû xwedî li Rêberê xwe derkevin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. "
 
'Hêza me ji berxwedana Rêbertî tê'
 
Di dawiyê de Elîf Reşîd wiha got:"Îro têkoşîna me hişt ku hevdîtin bi Rêbertî re were çêkirin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo Rêbertî dewam bikin. Heta em Serokê xwe di nava xwe de bibînin em dev ji vê têkoşînê bernadin. Îro em hêz û moralên xwe ji Rêberê xwe digirin."