ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN

  • 09:00 11 Sibat 2025
  • Rojev
 
* Rêvebera DBP'ê Zîlan Kaplan, bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî" û got: "Felsefeya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hat pêşxistin ji bo azadiya jinê bû nexşerêyek. Ev felsefe li dijî her cûre zextên dewlet û civakê yê."  BI DÎMEN 
 
* Dayika du pakrewanan Şaziya Demîr a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye diyar kir ku dîtina Abdullah Ocalan ji bo wê wekî xewnekê bûye. Şaziye Demîr di heman demê de bal bir ser gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de û wiha got:"Serokatî wê demê digot jina zane civaka zane ye û jineke kole jî civakekê kole dike. Digot dayik felsefe, jiyan û dibistan e. Digot jin jiyanê diafirîne. Mirov dinya di çavên Rêber Apo de didît. Heta em sax bin em ê bi felsefeya Rêbertî re bin."   BI DÎMEN 
 
*Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk, têkildarî pêvajoya nû ya hatî destpêkirin got, “Em bi têkoşîna xwe bawer in, ne bi desthilatdariyê re” û têkildarî rola jinan a di vê pêvajoyê de jî got, “Li dijî şer û pevçûnên ku bedena me dihejîne, divê em jiyana xwe biparêzin û aştiya xwe bi rêxistin bikin. Em jinên ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya jinê têdikoşin bi çarenûseke hevpar ve girêdayî ne." BI DÎMEN 
 
*Jinên li Amedê bertek nîşanî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî dan û gotin: "Em piştevaniya berxwedêrên Bendava Tişrînê dikin."  BI DÎMEN 
 
*Jinên di atolyeya xalîçeyan de dixebitin diyar kirin ku çêkirina xalîçeyan di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e û gotin, "Em ji bo parastina çanda xwe dixebitin û em ê rê nedin ku çanda me winda bibe." DÎMEN HEYE