Bombebarana dewleta tirk dewam dike

  • 10:45 9 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, çewliga sewalan û gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.
 
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê, duh bi şev çewliga mezin a sewalan a li Til Temir a Kantona Cizîrê û gundên Um El Kêf û Til Cuma bi topan hatin bombekirin.
 
Di heman demê de gundê Tirwaziyê yê Silûk ê girêdayî Kantona Firatê bû hedefa topan.