Berteka li dijî ‘sala malbatê’: Tundî herî zêde di malbatê de heye!

  • 09:02 9 Sibat 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
EDENE - Ji KCDP’ê Berfîn Kiliç da zanîn ku tundî û qetilkirina jinan herî zêde sala borî hatiye jiyîn û der barê ku deshtilatdariyê ev sal wek ‘sala malbatê’ îlan kiriye de jî diyar kir ku tundî herî zêde di malbatê de tê jiyîn, çareserî têkoşîna rêxistinkirî ya jinê ye.
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li hember jinan û xespkirina mafê jinan didomîne. Desthilatdariyê, bi îlankirina ‘sala malbatê’ ya 2025’an êrîşên xwe yên li hember jinan bi globalkirina malbatê domand. Rêxistinên jinan bertekên xwe yên li dijî vê didomînin.
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Edeneyê Berfîn Kiliç der barê polîtîkayên ku desthilatdarî li hember jinan dimeşîne û di encama van polîtîkayan de rewşên derdikevin holê nirxand.
 
Daneyên der barê qetilkirina jinan de nayên girtin
 
Berfîn Kiliç diyar kir ku saziyên rayedar û wezaret peywirên xwe naynin cih û di vê çarçoveyê de daneyên qetilkirinên jinan nayên girtin. Berfîn Kiliç wiha got: “Saziyên têkildar daneyan nagirin. Bêguman em vê rewşê ji wan dipirsin. Em bersivê ji wan nagirin. Ji ber dane nayên girtin.Em wek platform ji 2010’an het aniha daneyan digirin. Ji 2010’an heta niha di daneyên ku me girtine de cînayetên jinan kêm nabin. Zêde dibin. Gelek sedemên vê hene. Bi îmzekirina Peymana Stenbolê qetilkirinen jinan kêm bûn. Lê piştî feshkirinê zêde bûn. Peymana Stenbolê di vî alî de gelek girîng bû.”
 
‘Herî zêde di 2024’an de hatin qetilkirin’
 
Berfîn Kiliç da zanîn ku li gorî daneyan herî zêde di 2024’an de jin hatine qetilkirin û wiha bi lêv kir: “Ji 2010’an heta niha herî zêde di 2024’an de jin hatine qetilkirin. Li gorî daneyên me ev derket holê. Di 2024’an de 394 jin hatine qetilkirin û 258 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ev dane pir zêde ne. Sedema vê feshkirina peyaman Stenbolê û pêkneanîna qanûna hejmar 6284 e. Ji ber vê qetilkirina jinan zêde dibin.”
 
‘Jin bi saziyên cemaweriyê bawer nakin’
 
Berfîn Kiliç daxuyakirin ku jin tevî ku biryara wan ya parastinê heye jî tên qetilkirin û wiha bi lêv kir: “Di 2024’an de 20 jin tevî tedbîra wan ya parastnê hebû hatin qetilkirin. Pewyirdarên cemawerî saziyên cemawerî peywira xwe naynin cih. Jin parastinê dixwazin, Lê nayên parastin. Baweriya jinan bi saziyên cemaweriyê namîne. Dema diçin stargehan jî baweriya wan tuneye. Bi gelek fikran diçin û ji ber li girtîgehan navnîşana wan jî tê parvekirin. Welatê me hawirek wisa bê ewle diafirîne.”
 
Di ‘malbata pîroz’ de tundî
 
Berfîn Kiliç destnîşan kir ku jin ji aliyê kesên herî nêzî ve xwe tên qetilkirin û di vê mijarê de jî wiha got: “Wek tê zanîn sala 2024’an de rêjeya herî zêde ya qetilkirina jinan derket holê. Divê astê de desthilatdariyê wek berdewama sala 2024’an, sala 2025’an bi polîtîkayên malbatê tacîdar dike. Dema vê dike jî tiştekî ji nedîtî ve tê, jin herî zêde ji aliyê mêrên nêzî xwe tên qetilkirin. Jin di wê ‘malbata pîroz’ de tundiyê dibînin û tên qetilkirin.”
 
Banga rêxistinbûnê
 
Berfîn Kiliç di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo tundî û qetilkirina jinan bidawî bibe divê polîtîkayên der barê mafên jinan de bên avakirin û got: “Em li dijî vê têkoşîna xwe didomînin. ya herî girîng hemû jin li dijî vê têkoşînê bidin meşandin. Divê alternatîf bên avakirin. Divê her kes xwe rêxistin bikin û ligel hev bin.”