ROJEVA 6'Ê SIBATA 2025'AN

  • 09:00 6 Sibat 2025
  • Rojev
 
* Komîsyonên heqîqetê yên li welatên cuda yên cîhanê hatin avakirin, bi armanca dengê mexduran bidin bihistin, taritiyê ronî bikin kestin jiyanê. DOSYA
 
* Anne Sara ku li dîwarê dukan a wê ya li Kenyayê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandiye, der barê komploya navneweyî de wiha got: “Ez li ser navê gelê Kenyayê ji gelê Kurd lêborî nê dixwazim. Ji ber serokdewletê me di girtina lîderê we de rol lîst.” DOSYA-BI DÎMEN
 
*Çîgdem Mutlu Arslan a li Defne ya Hatayê dijî da zanîn ku darên wê yên zeytûnan bêyî agahiya wê hatine birîn û xebata rê didome. Çîgdem Mutlu Arslan daxuyakirin ku ji bo çêkirina rê vê carê konteynirên nû hatine teslîmkirin wê bên valakirin.
 
*Tevî ku di ser erdhejê re 2 sal derbas bûn jî mîna roja ewil li Hatayê êş û xemgînî didome. BI DÎMEN   
 
*Krîza aborî ya her diçe giran dibe bandor li ser girtîgehan jî dike û girtiyên siyasî pisgirêkên di alî aborî de dijîn parve kirin û gotin rayedar li dijî daxwazên wan bêdengin. Girtiyan wiha got: “Şert û mercên me di asta negatîf de didomin. Texrîbatên aborî û manewî giran bûne.”
 
*Jinên Wanê der barê qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin de axivîn û gotin: “Em hevşardarên xwe hildibijêrin ew qeyûman tayîn dikin.Divê gelê Kurd li dijî qeyûman bibe yek û xwedî li hev derkeve. Dewleta Tirk li aliyekî dibêje aştî li aliyê din dibêje wekhevî û li aliyê din jî êrîş dike.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika pakrewan Xebat, Qediriya Heydar a ku emrê wê bi têkoşîna ji bo doza wê derbas bûye û bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye diyar kir ku wê tevî girtinê jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û hevdîtina wê ya bi Abdullah Ocalan re jî hêz daye wê û got:"Rêbertî xwediyê heybetekê bû."DÎMEN HEYE
 
* Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Çileyê 32 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 2 zarokan jî bi guman e.  ÇETELEYA TUNDIYÊ